Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî semadê li cotkaran belav dike

Gerînendetiya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî hewl dide warê çandiniyê bi pêş bixe û pêdiviyên cotkaran ji cureyên tov û semadan ên baş peyda bike.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî semadê li cotkaran belav dike
Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî semadê li cotkaran belav dike
Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî semadê li cotkaran belav dike
Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî semadê li cotkaran belav dike
Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî semadê li cotkaran belav dike
1 adar, 2019   08:49

IBRAHÎM EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Gerînendetiya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî semeda çêkirî (pîşeyî) bi para 100 kg ji her hektarekê re li cotkaran belav dike.

Gerînendetiyê di destpêka salê de 3 hezar û 537 ruxsetên çandiniyê yên taybet pêşkêşî cotkaran kirin. Li gorî wê rûbera zeviyên çandiniyê yên bejî û avî û hilmija avê ya ku dê zeviyan av bide, hatin diyarkirin. Li gorî wê jî gerînendetî dê sotemenî û semadê li cotkaran belav bike.

Rûbera zeviyên avî li kantona Girê Spî 54 hezar hiktar e li gorî 3 hezar û 537 ruxsetan tê belavkirin.

Gerînendetiyê di destpêka meha Sibatê de 950 ton semadê yorya li cotkaran, jê 85 ton li kooperatîfên çandiniyê, belav kir. Her wiha xebatên belavkirinê didomîne, li gorî ruxsetên ku hatine dayîn miqdara ku heya niha hatiye belavkirin hezar û 250 ton e. Para her hektarekê 100 kg e. Niha semada yorya li cotkarên zeviyên avî tenê tê belavkirin, bi buhayê 200 hezar lîreyên Sûriyê ji her tonekê re.

Endezyarê çandiniyê yê Gerînendetiya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî Hisên El-Selmo diyar kir ku miqdara semadê ku ji gerînendetiyê re hatiye, ji ber erdnîgariya kantonê ya fireh, têra tevahiya cotkarên kantonê nake.

El-Selmo wiha domand: "Ji ber ku cotkar plansaziya gerînendetiyê pêk anî û di radeya yekemîn de genim çand, rûberên ku bi genim hatine çandin pêwîstiya wan bi miqdarên mezin ji semadê heye. Miqdara ku ji gerînendetiyê re hatiye diyarkirin, têrê nake. Ji ber vê yekê Gerînendetiya Çandiniyê bang li aliyên têkildar kir ku miqdareke din ji kantonê re eyar bikin."

Ruxmî ku gerînendeyê bang kir, lê heya niha tu bersiv ji tu aliyekî wernegirtiye. Hewldanên wê di vî warî de berdewam in heya ku pêwîstiyên cotkaran ji semadê peyda bike.

(şx)

ANHA