Şêniyên Efrînê: Em vîna xwe ji çalakgerên greva birçîbûnê digirin

Şêniyên Efrînê teqez kir ku ew vîna xwe ji berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê digirin. Her wiha girîngiya xebatên rêxistinên navdewletî ji bo pêkanîna daxwazên çalakgerên greva biçîbûnê destnîşan kirin, ji ber ku tenduristiya wan paşde diçe.

Şêniyên Efrînê: Em vîna xwe ji çalakgerên greva birçîbûnê digirin
1 adar, 2019   08:10

ARÊF SILÊMAN / ŞEHBA

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP`ê Leyla Guven, endamê HDP`ê yê bajarê Hewlêrê Nasir Yagiz û bi dehan girtî û çalakvan ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mehan ve di greva birçîbûnê de ne.

Di dema ku rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê paşde diçin de, li herêmên cuda yên Kurdistanê çalakiyên piştgiriya çalakiyên greva biçîbûnê têne organîzekirin. Girêdayî mijarê şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, teqez kir ku ew vîna xwe ji çalakgeran digirin.

Şêniyê bi navê Osman Îbiş got ew ê piştgiriya çalakgeran bikin û wiha domand: "Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, dibe ku hindek çalakgerên greva birçîbûnê şehîd bikevin. Lê em şopdarên wan in. Em ê çalakiyan orgenîze bikin û dakevin qadan û piştgiriya berxwedana wan bikin. Em ê komployên der heqê gelê Kurd de pûç bikin."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Emîne Xilolink berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û wiha got: "Em vîn û moralên xwe ji vê berxwedanê digirin."

Emîne bang li rêxistin û mafên mirovan kir ku daxwazên çalakgeran di rakirina tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin de bînin cih, ji ber ku rewşa tenduristiya çalakgeran roj bi roj paşde diçe.

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed bêdengiya navdewletî ya li hember binpêkirinên Tirkiyê der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk nikare bi rêya tecrîdê rêber ji me dûr bixe. Fikra wî di nav bi milyonan de belav bû. Em şopdarên fikr û felsefeya wî ne."

(şx)

ANHA