‘Piştî  DAIŞ`ê xetereya li ser me dewleta Tirk e’

Şêniyên bajarê Kobanê teqez kir ku piştî têkçûna DAIŞ`ê xetereya li ser wan dewleta Tirk û çeteyên wê ne.

‘Piştî  DAIŞ`ê xetereya li ser me dewleta Tirk e’
1 adar, 2019   07:47

STÊRA NEBÎ - HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê, têkildarî qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ku niha li gundê Baxozê dewam dike û serkeftinên QSD`ê, ji ajansa me re axivîn. Şêniyan diyar kir ku raste, DAIŞ ber bi têkçûnê ve dike, lê ew dizanin ku piştî têkçûna DAIŞ`ê xeteriya li ser wan dewleta Tirk a dagirker e.

Şêniyê bi navê Xalid Hemo bal kişand ser têkçûna DAIŞ`ê û wiha got: “Em dizanin ku ji destpêka çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajarê Kobanê bûn û em koçber kirin, hedefa wan ew bû Kurd tune bibin û axa ku Kurd lê dijîn, dagir bikin.” Hemo destnîşan kir wan li kêleka şervanên xwe çeteyên DAIŞ’ê têk birin, lê piştî têkçûna çeteyan xeteriya li ser wan dewleta Tirk a dagirker e û wiha got: “Lê em tu carî derfet nadin Erdogan û çeteyên wî ku axa me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, dagir bike.”

Dayika bi navê Xedîca Mihemed wiha got ku êdî têkçûna DAIŞ’ê nêz bûye, niha xeteriya li ser wan dewleta Tirk a dagirkere. Xedîca destnîşan kir ku çawa ew li hemberî çeteyên DAIŞ’ê sekinîn dê li hemberî Erdogan û çeteyên wî jî bisekinin.

Dayika Xedîca got heta ku şervanên wan ên YPJ, YPG û QSD`ê hene, tu carî natirsin û wê her tim berxwedan para wan be.

Her wiha şêniyê bi navê Mihemed Elî ku temenê wî 70 sal e, wiha got: “Em bi keç û xortên me ku ji bo vê axê biparêzin li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin, serbilind in.”

ANHA