Di salvegera 6`emîn de, em soza şopandina rêya heqîqetê dubare dikin

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di 1`ê Adara 2013`an de hate damezirandin, îro derbasî sala xwe ya 7‘emîn dibe. ANHA‘yê hewl da û hîna hewl dide rastiya rûdanên ku li ser qada Sûriyê û Rojhilata Navîn rû didin ragihîne.

Di salvegera 6`emîn de, em soza şopandina rêya heqîqetê dubare dikin
1 adar, 2019   07:24

Bûyerên ku li herêmê rûdidan, şoreşên Buhara Gelan, pergala kapîtalîzmê û dewletên neteweperestî hewildidan ajandeyên xwe li ser pêkhateyên gelê Sûriyê ferz dikirin. Di pêjavoyek wiha de pêwîstî bi ajansek nûçeyan ku bikare rastiya bûyer û rûdanan bêyî ku bikeve xizmeta aliyên dijberî hêviyên gelê Sûriyê di azadî, wekhevî û edaletê de hebû.

 Ji ber wê komek rojnamegerên Kurd Ajansa Nûçeya a Hawarê di destpêka 2013`an de ava kir û 1`ê Adara 2013`an bi awayekî fermî dest bi karê xwe kir.

Ajansa me tevî derfetên hevseng ji hêla tîma kar û alavên teknîkî ve karî di demek kin de bibe çavkaniyek pêbawer a agahiyan. Ji ber ku hewl da bûyerê bi deteyên wê ve bighîne şopdarên xwe.  

Ajnasa Nûçeyan a Hawarê ku kurtenavê wê ANHA`ye hewl da nasname, çand, dîroka gelên bindest di serî de gelê Kurd û tevahiya gelên ku rastî qirkirina nijadî û çandî hatine, bide rûnştandin. Di vê çarçoveyê de û bi rêya toreyên nûçegihanên xwe li Sûriyê û hejmarek dewletên Rojhilata Navîn karî bibe deng, ziman, çavê gel û rastiyê eşkere bike.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê li ser rêgeza ragihandina azad û demokratîk dimeşe û ji bo tunekirina hişmendiya mêr ya dûrî çanda civaka azad dixebite.

Di rêya pêkanîna amancên ku ji bo wê kar dike, ajansa me toreyek ji nûçegihanan li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Sûriyê yên sereke û hejmarek dewletên Rojhilata Navîn ava kirin. Di rêya  lêgerîna rastiyê û şopandina şerên li dijî terora DAIŞ`ê de 3 şehîdan dan. Şehîd ev in; hevrê Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed ên ku di sala 2017`an de dema rizgarkirina sivîlan ji aliyê QSD`ê ji herêmên gundewarê Dêrazorê ku DAIŞ`ê dagir kirine dişopandin şehîd bûne. Her wiha du endamên ajansê dema şerên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê dişopandin birîndar bûne. Nûçegihana me Gulistan Mihemed û nûçegihan Ibrahîm Ehmed ji aliyê sekvanên artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî dema ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser sivîlan dişopandin birîndar bûn. Nûçegihanên ajansa me rolek mezin di teşhîrkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê lîstin û niha jî di nav şêniyên Efrînê de yên berxwedêr  li kampên berxwedanê li kantona Şehbayê ne.

Bi boneya salvegera 6`emîn a damezirandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê em şehîdên xwe, şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin û em soz didin wan û gelê xwe ku em ê karê xwe yê ragihandina heqîqetê û parvekirina agahiyan de bi raya giştî re berdewam bikin. Em ji şopdar û hevkarên xwe bi bîr dixin ku em ê karê ajansê heya ku bibe ji ajansên pêşeng li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê xwe pêş bixin.