Xiristiyanên ji Efrînê xwe li Şehbayê jî bi rêxistin dikin

Dêra Raî Salih careke din xwe li kantona Şehbayê bi rêxistin kir û malbatên xiristiyan ên ku neçar mane ji kantona Efrînê derkevin, komî ser hev kirin.

1 adar, 2019   07:15

CAFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Dêra Raî Salih di Nîsana 2011`an de li bajarê Efrînê wek navendeke ji bo 300 malbatên xiristiyan ên li Efrînê hate vekirin.

Li gorî pergala dêrê, malbatên xiristiyan hefteyê 3 rojan dihatin dêrê. Di roja yekşemê de waneyên girêdayî Îsa pêxember û Pirtûka Pîroz (Încîl) dibirin. Rojên în û sêşeman jî ayînên xwe yên olî pêk dianîn.

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir û tankan, di 20`ê Çileya 2018`an de bi hezaran şêniyên Efrînê di nav de xiristiyan, ji Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve derketin.

Piştî wê xiristiyanên Efrînê berbelav bûn, 150 malbat ji bingeha 300 malbatan li kantona Şehbayê bi cih bûn. Yên din berê xwe da bajarên Sûriyê û dewletên din.

Li Şehbayê dêrê di Nîsana 2018`an de careke din xwe bi rêxistin kir û malbatên xiristiyan ku li Şehbayê mane, komî ser hev kirin. Dêr heman pergala ku li Efrînê dimeşand, niha li Şehbayê jî dimeşîne, waneyên girêdayî pêxember Îsa, Pirtûka Pîroz û olê dide û ayînên olî pêk tîne.

Girêdayî mijarê endamê Dêra Raî Salih Diyar Xwedan ji ajansa me re axivî û wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir û bêyî cudahiyê bixin navê, her tişt topbaran kirin. Li Efrînê me pakêt û alîkariyên tenduristiyê ji koçberên kampên kantona Efrînê re pêşkêş dikirin. Em bi hev re li ser bingeha biratî bêyî ku cudahî di navbera olan de hebe, jiyan. Piştî ku em ji Efrînê derketin û li kantona Şehbayê bi cih bûn, em xebatên xwe didomînin. Mehane hezar pakêtên xwarinê ji şêniyên Kampa Serdemê re pêşkêş dikin."

Tê destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dêra Raî Salih piştî dagirkirina Efrînê hilweşand.

(şx)

ANHA