‘Ocalan di nav gelan de rastiyek e’

Esmaa Erefat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Esmaa tekez kir ku piştî hevdîtinê fikra wê hatiye guhertin. Di hevdîtinê de Ocalan pêwîstiya ku her kesek li xwe wek rêberekê binêre û pişta xwe bide xwe, tekez kiriye.

‘Ocalan di nav gelan de rastiyek e’
1 adar, 2019   07:33

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û hîna jî bi binpêkirina xwe der heqê wî de berdewam e. Esmaa Erefat xwişka şehîd Welat dibîne ku Tirkiyê bi vê yekê fikr û felsefeya Ocalan dike hedef. Ji ber ku dewleta Tirk dijminahiya doza Kurd û mafên wî yên rewa dike. Hewl dide bi tevahiya rêbazan fikra rizgariyê ya gelên herêmê têk bibe.

Esmaa di salên 90`î de li bajarê Şamê bi Ocalan re rûniştiye. Esmaa tekez kir ku ew hevdîtin hîna di bîra wê de zindî ye û her peyvek Ocalan digot di pêşerojê de bû rastiyek. Esmaa wiha domand: "Wê demê ji me re got li xwe wekî ku hûn rêber in binêrin û herêmên xwe bi rê ve bibin. Demek dê were ku ez ne di nav we de bim, divê hûn li gorî asteke bilind ji tecrubeya xwebirêvebirinê bin."

Esmaa dibêje hevdîtin 5 saetan dom kiriye û tê de Ocalan destnîşan kiriye ku dijminên gelê Kurd di şerên taybet de qelskirina rola jinan di civakê de kirine hedef. 

Esmaa di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku di hevdîtina wê bi Ocalan re wê jinek ji Afrîkayê li rex wê rûniştiye, dema jê sedema hatine wê pirsiye, jina afrîkayî ji Esmaayê re dibêje ku ew jî Kurd e û nasnameya xwe winda kiribû. Lê bi saya Ocalan ew û gelek Kurd li Afrîkayê êdî li koka xwe vegerîne. Esmaa diyar kir ku jina afrîkayî ji ber ku zimanê kurdî nedizanî, xemgîn bû.

Esmaa bal kişand ser ku Ocalan rizgariya tevahiya gelan û yekitiya wan tekez dikir û got dijminên gelan hewl didin civakê bi tevahiya rêbazan parçe bikin û wiha berdewam kir: "Rêber ji me re got divê hûn li hember wê siyasetê li ber xwe bidin û li gorî berpirsyariyê di rêvebirina civaka xwe de bin û divê hûn pişta xwe bidin xwe. Dê rojeke wer hûnê bi rêya kar û xebatên xwe doza xwe bi cîhanê bidin naskirin."

Di berdewama gotinên xwe de Esmaa wiha got: "Hevdîtina bi Ocalan re ji min re xeyalek bû, ji ber ku em wî wek xilaskerekî dibînin da ku me rizgar bike. Rêber got divê hûn rizgar bibin. Binêrin çawa jina Kurd ji bo rizgariya civakê çek rakiriye û di eniyan de bi pêş dikeve."

Di dawiyê de Esmaa hêvî kir ku carek din Ocalan azad di nav gelê xwe de bibîne û wiha got: "Eger berdêla azadiya Ocalan jiyana min e, ez amade me canê xwe li ber çavên cîhanê bişewitînim."

(şx)

ANHA