Li Hesekê şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê şehîdên hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di meha Sibatê de li deverên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.

Li Hesekê şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn
Li Hesekê şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn
28 sibat, 2019   13:21

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan îro ji bo bîranîna 42 şehîdên meha Sibatê ku di demên cuda de şehîd bûne, merasîmek li dar xist. Bi dehan malbatên şehîdan û şênî tev li merasîma bîranînê bûn. Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê hat lidarxistin.

Merasîma biranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û hemû şehîdên ku ji bo rizgariya xaka welat canê xwe feda kiriye, bi bîr anîn.

Yek ji fermandarên QSD’ê Şiyar Delîl jî di merasîmê de axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha endamê PYD`ê Mustefa Ehmed teqez kir ku çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a ku destekê dide çeteyan, hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin û wiha got: “Bi saya têkoşîna hêzên me û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me projeya xwe bi ser xist. Bi vê projeyê wekhevî di nava gelên herêmê de hat avakirin.”

Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed navên şehîdan xwend. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx/bm)

ANHA