Çalakiya greva birçîbûnê ya gundê Carûdiyê bi dawî bû

Şêniyên gundê Carûdiyê yê girêdayî navçeya Dêrikê beriya 3 rojan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û hevalên wê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, konê çalakiya greva birçîbûnê vedabû. Îro çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya gundê Carûdiyê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya gundê Carûdiyê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya gundê Carûdiyê bi dawî bû
28 sibat, 2019   13:09

QAMIŞLO

Şêniyên gundê Carûdiyê yê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo beriya 3 rojan bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 113 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, konê çalakiya greva birçîbûnê vedabû. Îro çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Endamên meclisa navçeya Dêrikê, meclisa gundên Koçeratê, endamên Kongreya Star a herêma Dêrikê îro berê xwe da gundê Carûdiyê û tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn.

Di bin konê çalakiyê de bi navê şandeyên ku tev li çalakiyê bûn, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate teqezkirin ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe li dijî kiryarên dewleta Tirk  bidomînin.

Di dawiyê de bi navê kesên ku tev li çalakiyê bûne, daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Gulistan Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Di destpêka sedsala 21`an de dewletên desthilatdar ji siyaseta xwe ya faşîst venagerin. Li dijî gelên Rojhilata Navîn talan, kuştin û koçberkirinê didin meşandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe jiyana gelên herêmê ronî kir."

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd mafê gelê Kurd û gelên herêmê binpê dike.

Çalakgeran di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên ku di greva birçîbûnê de ne, bersiva Tirkiyê e. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe heta pêkanîna daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê pêk bên û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, bidomînin.”

(bx)

ANHA