Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze

Dayika Wîdad bi rêya pîşeya xwe kultura kurdî parast. Li hember zextên pergalên serdest beriya şoreşê sekinî û niha jî li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker disekine û çanda xwe ji windabûnê diparêze.

Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
Dayika Wîdad çanda kurdî diparêze
28 sibat, 2019   08:20

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker bi êrîşên xwe ne tenê dagirkirina Efrînê armanc nedikir, lê belê tunekirina çand û kultura gelê Kurd jî armanc dikir. Binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk ji cihên dîrokî re îsbat dike ku ew dixwazin çanda herêmê û dîroka wê ya kevnar winda bikin.

Lê belê şêniyên kantonê, bi taybet jinan, mîna ku çawa 58 rojan li hember êrîşan li ber xwe dan, hîna jî li hember binpêkirinên dagirkeriyê li ber xwe didin, armancên dagirkeran pûç kirin û çanda xwe parastin. Ji nav wan jinên berxwedêr, yek jî dayika Wîdad Seydo ye. Dayik 50 salî ye, ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabatayê ye û dayika kurekî û 2 keçan e.

Dayika Wîdad dema 15 salî bû, dixwaze fêrî pîşeya dirûnê bibe, di demekê de ku jin ji mafên xwe yên herî basît mehrûm bûn. Wê demê ji dayika xwe dixwaze ku alava dirûnê jê re bikire. Dayikê xwesteka wê hema anî cih. Dayika Wîdad bi bîr xist ku dayika wê, wê demê amûrê bi 200 lîreyên Sûriyê dikire.

Dayikê destpêkê pîjama ji xwişkên xwe re didirû, bi vê yekê xwe bi xwe şarezahiyên xwe di vî warî de xurt dike. Piştî tecrubeya 35 salan di dirûtina cilên (kirasên) kultura kurdî û efrînî de, êdî bû aşiqê vê pîşyeyê û roj bi roj hewl dide pîşeya xwe bi pêş bixe, çanda herêmê û cilên kurdî belav bike.

Bi awayekî veşartî cilên gelêrî didirûtin

Di dema hebûna rejîma Baasê li kantona Efrînê de, dayika Wîdad cilên gelêrî bi awayekî veşartî çêdikirin. Wê demê rejîma Baasê li pêşiya daxwaza wê di parastina kultur û çanda kurdî de bû bend, bi taybet di cejna Newrozê, Roja Jin a Cîhanê û gelek boneyên neteweyî de.

Bi destpêkirina çirûska şoreşa Rojava re, dayika Wîdad gelek cilên gelêrî ji Navenda Çand û Hunerê re didirû.

Bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re li ser kantona Efrînê, dayika Wîdad neçar dimîne ji bajêr derkeve. Dayikê ew kêlî vegotin û bi dijwarî wesifandin. Dayika Wîdad heya 4 rojan bi awayekî domdar li ser rêya çiyayê Lêlûn ê navçeya Şêrawa dimeşe, di bin darên zeytûnê de li ber baranê û sermayê xew dike.

Dayika Wîdad berxwedana li rex şêniyên Efrînê li Şehbayê hildibijêre û niha li gundê Babnisê dimîne. Ji bo parastina çanda ku dagirkeriya Tirk hewl dida qir bike, dayikê pîşeya xwe berdewam kir û alava dirûnê peyda kir. Dayika Wîdad bi tiştên besît dikana xwe ya dirûtinê vekir.

Girêdayî mijarê dayika Wîdad destnîşan kir ku bi dilxwazî û hezkirinekê  fêrî pîşeya dirûnê bû û tê de bû pispor. Dayikê destnîşan kir ku ji bo çanda kurdî biparêze 60 keçên ciwan fêrî dirûnê kirine.

Di dawiyê de dayike Wîdad destnîşan kir ku ew nahêle dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kultura kurdî qir bikin. Ji lew re pîşeya xwe berdewam dike û amade ye ku ji bo parastina çanda herêmê jinên ciwan fêrî pîşeyê bike. Dayikê da zanîn ku tevî temenê wê lê ew naweste û ji saet 8:00`ê sibehê ve heya êvarê dixebite.

(şx)

ANHA