Mehmûd Osman: Divê her kes li dijî terorê şer bike

Siyasetmedarê Kurd Mehmûsd Osman got divê dewletên rojavayî welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ‘ê bûne û li gel QSD‘ê ne, wergirin û wan darizînin û destnîşan kir ku erka tunekirina terorê ji hemû welatan tê xwestin.

Mehmûd Osman: Divê her kes li dijî terorê şer bike
28 sibat, 2019   06:48

ABDULSELAM KERMAN / KOBANÊ

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman, di hevpeyvîneke li gel ajansa me de anî ziman ku divê dewletên rojavayî erka xwe ya wergirtina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ‘î ku li gel QSD‘ê girtî ne,  pêk bînin.

Mehmûd Osman girêdayî paşdexistina dewletên rojavayî ya wergirtina hemwelatiyên xwe yên ku tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne û li gel QSD`ê ne, wiha got: "Divê dewletên rojavayî hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin û li gorî qanûnên navdewletî wan darizînîn, ji ber ku tunekirina terorê berpirsyariya hemûyan e."

Têkildarî rêbazên tunekirina fikrên tundraw û parastina ciwanan ji van fikran, Osman wiha got: "Divê fikra tundraw tevî hemû teşeyên wê were tunekirin. Li şûna wê fikreke nerm di navbera gelan de were belavkirin. Divê hemû bi vê rola dîrokî rabin."

Girêdayî girîngiya lidarxistina kongreyeke navdewletî li Rojava di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji bo têkoşîna li dijî terorê, Osman destnîşan kir ku mîna van kongreyan ji bo berjewendiyên dewletan û gelan tişteke sûdewar e.

Mehmûd Osman di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Divê kesên zana di heman eniyê de li dijî terorê bisekinin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê yên ku naxwazên xwe teslîm bikin, di bargeha dawîn de li Baxozê dorpêç kirine. QSD`ê di pêngavên xwe yên li dijî DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdetirî hezar çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku ji 48 nasnameyên erebî û biyanî ne, girtine.

Dewletên rojavayî ji doza wergirtina çeteyan direvin, ew jî diyar dike ku ew dewlet hewldanên tunekirina terorê û rêgirtina li pêşiya belavbûna wê paşguh dikin.

(şx)

ANHA