17 kes li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê

Ji bo piştgiriya parlamenter Leyla Guven û hevrêyên wê yên çalakgerên greva birçîbûnê, 17 kes ji şêniyên gundê Carûdiyê yê girêdayî herêma Dêrikê dest bi greva birçîbûnê kirin.

17 kes li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
17 kes li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
17 kes li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
17 kes li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê
26 sibat, 2019   16:29

QAMIŞLO

Çalakiyên bi armanca rakirina tecrîdê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakger Leyla Guven û hevalên ku ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de didomin.

Îro 17 kes ji şêniyên gundê Carûdiyê yê herêma Dêrikê ketin greva birçîbûnê.

Çalakgeran êlekên spî bi wêneya Ocalan li xwe kiribûn û pankartên bi nivîsên "Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê bi dawî bikin" hilda bûn.

Şêniyên herêma Dirêkê, meclisên herêma Berav di saetên sibehê de serdana çalakgeran kirin.

Di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana Ocalan û çalakgerên grevên birçîbûnê hate silavkirin û soza têkoşîna li dijî faşîzmeyê hate dayîn.

Çalakgeran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û berxwedêrên grevên birçîbûnê berz kirin.

Çalakî dê sê rojan bidome.

(şx)

ANHA