Ji bo paqijkirina keleha Caber pêngavek hat lidarxistin

Ji bo paqijkirina keleha dîrokî ya Caber a li Tebqayê pêngavek hate destpêkirin.

Ji bo paqijkirina keleha Caber pêngavek hat lidarxistin
Ji bo paqijkirina keleha Caber pêngavek hat lidarxistin
Ji bo paqijkirina keleha Caber pêngavek hat lidarxistin
Ji bo paqijkirina keleha Caber pêngavek hat lidarxistin
26 sibat, 2019   16:51

TEBQA

Pêngava paqijkirinê bi dirûşmeya "Mil bi mil em ê bi paqijkirinê pêş bikevin" bi koordîneya  Girînendeya Tûrîzimî û Şûnwaran û Komîteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan û beşdarbûna bi dehan ciwanên Tebeqayê hate lidarxistin.

Pêngav saetên nîvor dest pê kir û 3 saetan dewam kir. Di vê çarçoveyê de qada kelehê, hundir û derveyî wê hatin paqijkirin.

Di havîna borî de jî Girînendiya Tûrîzim û Şûnwaran bi hevkariya Meclisa Jin a Tebqayê pêngava paqijkirina keleha Caber li dar xistibûn.

Çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku herêma Tebqayê dagir kiribûn keleh kiribûn pargeha leşkerî û li aliyekî din jî hemû parçeyên wê yên dîrokî talan kiribûn.

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) 10‘ê Gulana 2017‘an herêm ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

ANHA