Rêveberiya Jin ahengek ji bo zarokan lidar xist

Rêveberiya Jin a Tebqayê di çarçoveya çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de ahengeke ji bo zarokên gundê Siwêdiyê yê Tebqayê lidar xist.

Rêveberiya Jin ahengek ji bo zarokan lidar xist
26 sibat, 2019   16:09

TEBQA

Rêveberiya Jin a Tebqayê di çaroveya çalakiyên bi wesîkeya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de ku bi dirûşmeya "Bi berxwedana jin jiyan geş de û teror têk diçe " daye destpêkirin, îro bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê û Komîteya Pewerdeyê ya Tebqayê ahengek ji zarokên gundê Siwêdiyê yê bakur rojhilatê bajarê Tebqayê re, li dar xist.

Aheng li dibistana Wista ya gund hate lidarxistin.  Bi sedan zarok, şêniyên gund, endamên Rêveberiya Jin, Mala Jin a Siwêdiyê, Komîteya Çand û Hunerê û rêveberiya dibistanan a Komîteya Fêrkirin û Pewerdeyê di ahengê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, rêvebera Meclîsa Jinan a gundê Siwêdiyaya Mezin Semîra Abdullah li ser rola jinan a dîrokê di rêvebirina civak, pêşketina civakê û têkoşîna jinan bi armanca azadî û rûmetê de axivî. Her wiha der barê birêxistinkirina vê çalakiyê û alîkariya wê de, spasiya Komîteya Çand û Hunerê û Komîteya Pewerdeyê kir.

Piştî axaftina Meclîsa Jinan a Siwêdiyê, koma zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek der barê rola dadger di çareserkirina arîşe û nakokiyên civakê de li gorî kevneşopiyan borî hate pêşkêşkirin.

Çalakî bi gerandina govendên gelêrî yên herêma Tebqayê ji hêla koma zarokan a Navenda Çand û Hunerê ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA