TEV- DEM: Wefata Mihemed Ismaîl windahiyeke mezin e

Tevgera Civaka Demokratîk ( TEV-DEM) destnîşan kir ku koça kesayeta welatparêz Mihemd Ismaîl ku bavê şehîd Qehreman ne ji bo me wek tever û ji civakê re windahiyeke mezin e.

TEV- DEM: Wefata Mihemed Ismaîl windahiyeke mezin e
26 sibat, 2019   14:10

NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM`ê têkildarî wefata kesayeta welatparêz Mihemed Ismaîl peyama sersaxiyê da.

Peyam wiha ye:

"Bi xemgîniyeke nayê wesifdan me agahiya koçkirina kesayeta welatparêz, kesayeta ji doza xwe ya Kurdî û ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê re, bi taybet di van 40 salên dawîn wefadar bû, bihîst.

Kesayeta dilovan bavê şehîd Qehreman e, ku yek ji kadroyên destpêkê yên ku beşdarî Tevgera Azadiyê li çiyayên Kurdistanê bûye.

Ismaîl roleke wî ya balkêş û bibandor di doza netewî û civakî li herêma Rojava de hebû.

Em weke Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM), koçkirina wî ji bo ji me wek tevger û civak windahiyeke giran buhaye, lewma em ê  bîranîna koça wî ya dawî bikin roja  hevgirtina netewî û berxwedana bidestxistina azadiya civaka me.”

(ekîb)

ANHA