Gerîlayan li dijî Baregeha Hacilar a Silopya çalakî pêk anî

HPG'ê ragihand hêzên wan bi amûra firoke çalakiyek li dijî Baregeha Leşkerî ya Hacilar a Silopya ya Şirnexê pêk anî.

Gerîlayan li dijî Baregeha Hacilar a Silopya çalakî pêk anî
26 sibat, 2019   15:29

NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiya li Silopya daxuyanî da.

HPG'ê di daxuyaniyê wiha got: ''24'ê Sibatê li Silopya ya Şirnexê bi amûra me ya firoke  li dijî Baregeha Leşkerî çalakiyeke karîger hatiye kirin. Bi şev li derdora saet 21.30'î di vê çalakiyê de ku avaniya li rex pîsta helîkoptêrê ya li Baregeha Leşkerî ya Hacilarê bûye hedef, avanî 4 caran hatiye bombekirin û ziyaneke mezin lê bûye. Piştî vê çalakiyê, ku windahiyên dijmin bi zelalî diyar nebû, heta 25'ê Sibatê bi şev jî nehiştin ku personel jî bikevin nav baregehê û dijmin windahiyên xwe ji cihê bûyerê derxistine.''