Artêşa Tirk li ser sînor 4 sivîl qetilkirin- Hate Nûkirin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker şevê din li gundewarê Serêkaniyê malbatek gulebaran kirin. Tê gotin de 4 kes hatin qetilkirin û 5 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk li ser sînor 4 sivîl qetilkirin- Hate Nûkirin
26 sibat, 2019   13:58

HESEKÊ

Nûçegihanê me ji Serêkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker şevê din saet di 22:30‘an de li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, malbatek di navbara gundên Eradê û Feqîra yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê û rojhilatê Serêkaniyê de gulebaran kirin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi destxistine ji ber gulebaranê 4 kes di nav de 3 jin hatin qetilkirin û 5 jî birîndar bûn.

Li gorê rêveberiya nexweşxaneyeke Serêkaniyê kesên birîndar bûne, "Mihemed Ehmed El-Casim (14), Xedîce Abdullah Umer (65), Abdullah Mihemed Seyîd (22), Xewla Hemîd Ewad (16), Rohilat Îbarhîm Mehmûd (25) ku dayika du zaroakan e".

Kadroyên Tenduristiyê yên Nexweşxaneya Selam a Serêkaniyê diyar kirin ku Xedîce bi 5 fişekan birîndar bûn û rewşa wê giran e. Rohilat Îbrahîm li nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê û Xewla Hemîd ku rewşa wê giran e li nexweşxaneyên bajarê Hesekê tên dermankirin.

Birîndaran diyar kirin ku, ku artêşa Tirk a dagirker şevê din saet  di22:30‘an de li nêzî gundê Eradê yê girêdayî ew gulebaran kirin, dema dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, di encamê hin kes hatin qetilkirin, tê texmînkirin ku 4 kes di nav de 3 jin hatin qetilkirin, lê nasnameyên wan nehatin naskirin. Her wiha hin kes din di nav de jin û zarok birîndar bûn.

ANHA