Hêzên Ewlehariya Cezayîrê nehîştin ku xwepêşandana li dijî Botfilîqî were lidarxistin

Hêzên Ewlehiya Cezayîrê çalakiya xwendekaran bi dawî kirin, her wiha gelek xwendekarên zanîngehan û şagirtên peymangehên amadehî jî dijî hilbijartina Botfilîqiyê xwepêşandan lidar xistin.

Hêzên Ewlehariya Cezayîrê nehîştin ku xwepêşandana li dijî Botfilîqî were lidarxistin
26 sibat, 2019   13:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Skynewsê ragihand ku Hêzên Ewlehiyê nehiştin xwendekarên zanîngeha Cezayîrê derdevin kolanan da ku çalakiyê li dijî hilbijartina serok Ebdilezîz Botfilîqiyê ku ev cara pêncemîne xwe ji bo serokatî pêşniyar kir.

Ji ber vê yekê xwendekar çalakiya xwe di hundirê hewşa zanîngehê lidar xistin.

Her wiha îro gelek xwendekarên zanîngehên Cezayîrê tevî tedbîrên ewlekariyê, derketin xwepêşandanan.

Hin dezgehên çapemeniyê yên Cezayîrê bibîr xistin ku li gelek zanîngehan nerazîbûn heye û şagirtên peymangehên amadehî derketin kolanan û dirûşmeyên neqebûlkirina hilbijartina Botfîlîqiyê ji serokatî re nîşan dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hilbijartina Ebdilezîz Botfilîqiyê yê (81) salî gelê Cezayîrê bêzar kiriye, ji ber vê yekê sedan kes daketin xwepêşandanan.

(jo)