Li Reqayê li ser 8`ê Adarê semînerek hat dayîn

Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo danasîna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarokê Cedîdat semînerek da.

Li Reqayê li ser 8`ê Adarê semînerek hat dayîn
Li Reqayê li ser 8`ê Adarê semînerek hat dayîn
Li Reqayê li ser 8`ê Adarê semînerek hat dayîn
26 sibat, 2019   13:40

REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo danasîna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gundewarên rojhilatê Reqayê bi dirûşmeya "Heger jin azad be civak azad e, jina birêxistinkirî xweşikbûna jiyanê ye" semînerek da.

Jinên gundewarên rojhilatê Reqayê, her wiha endamên saziyên herêmî û komînan tev li semînerê bûn. Di semînerê de yek ji berpirsên Rêveberiya Jinan a Reqayê Meriyem Îbrahîm destnîşan kir ku jinên Reqayê tev li rêvebirina civakê bûn û piştî çend salên biêş û zehmet ku ji mafên xwe mehrûm bûbûn, nêrîna xwe bi rengekî azad diyar dikin.

Meriyem destnîşan kir ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo destkefiyên jinan di hemû aliyên jiyanê de tê lidarxistin û wiha got: "Jinên herî zêde li cîhanê ku di şoreşê de destkeftî bi dest xistine, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne."

Meriyem diyar kir ku jinên bajarê Reqayê bi şehîdên ku ji bo azadiya jinan û parastina wan canê xwe feda kirine, serbilind in û got ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya Barîn û Avesta bin.

Her wiha ji rêveberên Rêveberiya Jinan a gundewarên rojhilatê Reqayê Sewsen Xelef 8’ê Adarê li tevahî jinan û bi taybet şervanên ku li dijî çeteyan şer dikin û ji bo rizgarkirina jinan ji zilm û zordariyê canê xwe feda dikin, pîroz kir. Sewsen îşaret bi berxwedana bêhempa ya jinên Efrînê kir ku di kampên berxwedanê de li ber xwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em tu carî dev ji jinên bexwedêr bernadin û em Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li wan pîroz dikin."

(bx)

ANHA