Derengxistina vekişîna ji Hudeydayê û topbarana li Hece

Çavkaniyên hikumetê ragihanind ku soza vekişîna ji peravên bajarê Hudeydayê ya ku dê bi çavdêriya NY’yê bibûya hate taloqkirin. Her wiha sedem jî nepêkanîna Hûsiyan a vekişînê bû. Koalîsyona Erebî herêmên Hûsiyan a li gerînendetiya Kuser a parêzgeha Hece topbaran kirin. Ji aliyê xwe ve jî hêzên Hûsiyan roket avêtin kombûna artêşa Yemenê ya rojavayê sêgoşeya Ahêm a gerînendetiya Heres a bakur rojavayê Hecayê.

Derengxistina vekişîna ji Hudeydayê û topbarana li Hece
25 sibat, 2019   14:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên hikumeta Yemenê ragihand ku, pêkanîna merheleya yekemîn a vekişîna hêzên Hûsiyan ji peravên bajarê Hudeydayê cara duyemîn bi sedema astengiyên ku Hûsî datînin pêş pêkanîna peymana vekişînê, tê derengxistin.

Li gorî çavkaniyên tora Sky Newsê raber kiriye, soza vekişîna ji peravên bajarê Hudeydayê ya ku dê bi çavdêriya NY’yê bibûya heta demeke ne diyar hat biderengxistin.

Têkildarî mijarê, diviyabû Duşemê merheleya yekemîn a vekişîna Hûsiyan ji peravên El-Silêf û Ras Îsayê heta dirêjahiya 5 km, dest pê bikiria û ew jî dê li hemberê hikumeta Yemenê belavkirin heta 1 km pêk bianiya. Her wiha da ku mayîn ji herêmên ku bihatana vekişîn rakirina, lê pêk nehat.

Li gorî peymana ku nûnertiya wê çavdêrê NY’yê dike, merheleya yekemîn ji pêkanîna peymana vekişînê ya ku dema wê 11 roj in li ser du gavan bû. Naveroka peymanê vekişîna hêzên Hûsî ji peravên Ras Îsa û El-Silêf û dûvre jî ji perava Hudeydayê heta 5 km û li keraxê jî hêzên hikumeta Yemenê ji hin nuqteyan heta 1 km ber bi çerxerêya El-Metahên ve vekişîn û korîdorek heta aşên Deryaya Sor ji bo derxistina genimê di hundirê wê de, vekin.

Malpera artêşa Yemenê"26 Îonê" raber kir ku artêşa Yemenê serweriya gelek nuqteyên stratejîk li gerînendetiya Kuser bakurê Hece kir. Weke çayayê Stratejî, nuqteya El-Hecer, El-Esabe û El-Xemar.

Her wiha balafirên şer ên Koalîsiyona Erebî ya bi serkêşiya Erbistan Siûdiyê gelek nuqte û kombûnên hêzên Hûsî topbaran kirin. Weke Husin Mûse rojavayê gerînendetiya Kuser, Urbat û El-Cewe ya parêzgeha Hece.

El-Mesîra Nêt ragihand ku hêzên Hûsî roketên ji çêkirinên herêmî avêtin artêşa Yemenê ya li parêzgeha Heceyê. Her wiha berdevkê Hûsiyan bi navê Ensarallah El-Hûsî(Mihemed Abdulselam) diyar kir ku hêzên Hûsî roketên ji çêkirina herêmî, cure (Zîlzal 1) bi dûravêj 3 km, avêt komûbna artêşa Yemenê rajavayê sêgoşeya Ahêm a gerînendetiya Hered a bakur rojavayê Heceyê û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Girêdayî mijarê hêzên Hûsî 2 erebeyên artêşa Yemenê li rojavayê sêgoşeya Ahêmê, rûxandin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

(fr)