Koçberên li Reqayê bi gazinc in

Herêma Reqayê zêdetirî 4 hezar û 125 malbatên koçber hembêz kirine. Koçber li 28 kampan hatine belavkirin û di nava şert û mercên zehmet û derfetên kêm de dijîn.

Koçberên li Reqayê bi gazinc in
Koçberên li Reqayê bi gazinc in
Koçberên li Reqayê bi gazinc in
Koçberên li Reqayê bi gazinc in
Koçberên li Reqayê bi gazinc in
25 sibat, 2019   12:25

XALID EL-CÛMA / REQA

Dema şerê li Sûriyê dest pê kir, gelek şêniyên ji herêmên wekî Hema, Humis, Dêrazor, Meskene û Helebê koçber bûn. Van koçberan berê xwe da herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Yek ji van bajaran jî Reqa ye. Zêdetirî 4 hezar û 125 koçber li Reqayê bi cih bûne. Li Reqayê ji bo koçberan 28 kamp hatine vekirin.

Li gorî Buroya Geşkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê navê kampan û hejmara malbatên koçber ên di kampan de wiha ne: Kampa Esediyê 86 malbat, Yarub 95 malbat, Til Beya 50 malbat, Mehokiya 42 malbat, Mezyûna 92 malbat, Reşîd Hedîqa 52 malbat, Reşîd Xaba 49 malbat, Royan 185 malbat, Cerwa 65 mabat, Ebû Kebra 62 malbat, Xerbî Xezîma 205 malbat, Fiteyîh 285 malbat, Selam 92 malbat, Sehlebiya Xerbî 912 malbat, Sehlebiya Şerqî 317, Rebîa 42 malbat, Wadî Feyd 275 malbat, Ecac 105 malbat, Recim Ebye 282 malbat, Ebû Qibai 84 malbat, Hetaş 84 malbat, Hikûmiya Şimalî 105 malbat, Hedba 116 malbat, navenda Îwa Ebû Qibai 142 malbat, Mesakin Şirta 87 malbat, Kedûr 140 malbat, Ebû Cerbûe 270 malbat, û Til Semin Cinûbî 150 malbat.

Koçberê ji gundewarên Humsê Ehmed Salih ku niha li kampa Til Beya dimîne, li ser rewşa kampê wiha got: “Ev du sal e em li kampa Til Beya ne. Derfetên jiyanî li vir kêm in, em di çadirên riziyayî de ne û çadir dilopan dikin. Koçberên kampê hemû vê zehmetê dikêşin.”

Salih, li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li kampê jî ev tişt anî ziman: “Zarokên me hewcedarî derman û xwarinê ne. Piraniya zarokan bi zekemê ketine û derman tune ye bi kar bînin.”

Zarokê bi navê Mihemed El-Hisên ê ji gundewarên Humsê jî wiha dibêje: "Dixwazim vegerim dibistanê."

Salih El-Ehmed ê ji gundewarên rojhilatê Hemayê ku niha li kampa Yarubê dimîne, wiha dibêje: “Em hatin Reqayê ji ber ku herêmeke ewle ye. Li kampê koçberên ji Hema, Humis û Dêrazorê dimînin. Hin malbat hene heqê torbeyek nan bi wan re tune ye. Li kampên me navend an jî nuqteyên tenduristiyê tune ne û nexweşiyên sorik û laşmanyayê belav dibin."

El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya tenduristiyê bidin wan.

Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka hatiye damezirandin ve li gorî derfetên di dest wê de çadir, depoyên avê û pêwîstiyên sereke pêşkêşî koçberan dike.

(bm)

ANHA