Mala Êzidiyan: Em ê zarokên êzidî radestî Meclisa Şengalê bikin

Endamê Meclisa Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo destnîşan kir ku wan 11 zarokên êzidî yên ku QSD`ê ji lepên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, wergirtin. Reşo got ew ê zarokan radestî Meclisa Şengalê bikin. 

Mala Êzidiyan: Em ê zarokên êzidî radestî Meclisa Şengalê bikin
25 sibat, 2019   12:05

HESEKÊ

QSD’ê li Baxozê di encama çalakiyên rizgarkirina sivîlan de bi hezaran kes ji lepên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. 11 zarokên êzidî jî di nava wan sivîlan de bûn.

Navên zarokên ku hatine rizgarkirin wiha ne: Sifiyan Xelef Silêman, Mahir Xelîl Îbrahîm, Dilêr Elî Refo, Wesîm Îsmaîl Îbrahîm, Iyad Hisên Şemo, Mustefa Ehmed, Mazin Selîm, Xeşman Semîr, Dilvan Xelef, Secad Ebas û Sedam Hisên.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê zarokên êzidî radestî Meclisa Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê kirin da ku ew jî wan radestî malbatên wan bikin.

Endamê Meclisa Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo destnîşan kir ku wan 11 zarokên êzidî ji Fermandariya Giştî ya QSD`ê wergirtin. Reşo wiha got: “Zarokên ku hatine rizgarkirin niha li gel me ne. Em ê wan derman bikin û pêwîstiyan ji wan re pêşkêş bikin."

Mehmûd Reşo diyar kir ku ew bi Meclisa Şengalê re di nava têkiliyan de ne da ku zarokan radestî wan bikin û ew jî radestî malbatên wan bikin.

Reşo destnîşan kir ku rewşa zarokan a tenduristiyê baş e lê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê psîkolojiya wan xirab bûye.

Endamê Meclisa Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo di dawiya axaftina xwe de spasiya QSD`ê kir û wiha got: “Em ji bo rizgarkirina sivîlan bi taybet ên êzidî spasiya QSD’ê dikin. Heta niha me hejmareke mezin ji êzidiyên ku hatine rizgarkirin ji QSD`ê wergirtine. Hejmareke mezin ji êzidiyan hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Em spasiya QSD`ê dikin ku ji bo rizgarkirina şêniyan têkoşîneke mezin didin meşandin. Em bi hêvî ne ku hemû êzidiyên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin, li malbatên xwe vegerin."

(bx/bm)

ANHA