Li Efrînê binpêkirin berdewam in

Civaka navdewletî çavên xwe li hember talankirinên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya salekê ve li ser şêniyên Efrînê pêk tîne, girtiyne. Hewldanên revandinê roj bi roj zêde dibin û diziya mal û milkên welatiyan didome.

Li Efrînê binpêkirin berdewam in
25 sibat, 2019   12:42

EFRÎN

Çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku çeteyan şêniyekî bi navê Nezmî Alî yê ji navçeya Şêrawa, dema ku li ber pezê xwe bû ew û tevî 150 pezê wî revandin û beramberî berdana wî fîdye xwest.

Piştî 3 mehan çeteyan kesê revandî yê bi navê Mihemed El-Henan ku ji gundê Şêx Kîla yê girêdayî navçeya Mabata, ku rewşa wî ya tenduristî ji ber lêdanê xerab bû, berdan.

Her wiha çavkaniyekî din diyar kir ku çeteyan karmendên kargeha ava vexwarinê ya li bajarê Efrînê; Ehmed Oso, Şiyar Eyûbî, Esmehan Casim, Darîn Qasim, Mele Reşîd û Leyla Qublan revandin.

Heta niha çarenûsa Xelîl Kalo û Sadiq Mehmûd ên ji gundê Kozelê yê girêdayî navçeya Şêrawa ku ji destpêka dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hatibû revandin, ne diyar e.

Di heman demê de, çeteyên artêşa Tirk a dagirker têlên toreya kehrebeyê yên gundê Koran ê girêdayî navçeya Cindirêsê dizîn. Her wiha kelûpelên mala welatiyê bi navê Ebdulrehman ku wefat kiriye yê ji gundê Kefer Sefra û motorsîkleta şêniyê bi navê Henan Mihemed ji ber mala wî ku li nava navçeya Cindirêsê ye, dizîn.

Li gorî gundiyan ku çeteyên Lîwa El-Weqas 50 hezar dolar beramberî parastina wan li gund, li şêniyên gundê rojavayê Aşka yê girêdayî navçeyê Cindirêsê ye ku 40 malbatî dihewîne, ferz kirin. 

Artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 20 goristanên êzidî, misilman û elewiyan li tevahiya kantona Efrînê bi armanca çewisandina çand û pîroziyan hilweşandin.

Çavkaniyekî din jî diyar kir ku çeteyan goristana El-Şêx Hemîd ê ku ji pîroziyên civaka êzidî ye, agir pê xistin û hilweşandin goristan 2 km li başûrê rojavayê gundê Qestel Cindo yê navçeya Şêrawa dikeve.

(ekîp)

ANHA