Buroya Alîkariyê karê rêxistinên alîkariyê hêsan dike

Buroya Alîkariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe di warê nirxandina rewşa malbatan û jimartina malan li bajarê Reqayê de didomîne.

Buroya Alîkariyê karê rêxistinên alîkariyê hêsan dike
Buroya Alîkariyê karê rêxistinên alîkariyê hêsan dike
Buroya Alîkariyê karê rêxistinên alîkariyê hêsan dike
Buroya Alîkariyê karê rêxistinên alîkariyê hêsan dike
Buroya Alîkariyê karê rêxistinên alîkariyê hêsan dike
25 sibat, 2019   10:49

REQA

Buroya Alîkariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji meha Çileyê ve malên bajarê Reqayê dihejmêre da ku derbasbûna rêxistinan ji malan re hêsan bike. Buroyê heya niha jimartin li taxa El-Intîfada bi dawî kiriye û xebat li taxa El-Diriye, Meclisa taxa Firatê û taxa Mişlêb berdewam e.

Endamê buroyê Îbrahîm El-Neîmî girêdayî mijarê ev tişt anî ziman: "Ji bo hêsankirina xebatên rêxistinan û nirxandina malbatên hewcedar û yên herî hewcedar da ku rêxistin û meclis desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bikin, em bi vê xebatê radibin. Her wiha da ku her malbatek para xwe ji alîkariyan bigire, piştî wê em navên malbatan didin rêxistinan."

(şx)

ANHA