Erdogan dijberên xwe yên di saziyên dewletê de tesfiye dike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tesfiyekirina dijberên xwe yên di nava saziyên dewletê de, didomîne. Di vê çarçoveyê de, dozgeriya giştî ya Tirk roja Duşemê fermana binçavkirina 101 leşkeran ji fermandariyên hêzên bejahiyê da.

Erdogan dijberên xwe yên di saziyên dewletê de tesfiye dike
25 sibat, 2019   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema hewldana darbeyê de, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tesfiyekirina dijberên xwe didomîne. Di heman demê de, bi hezaran siyasetmedarên Kurd û di navê de parlamenter jî hebûn, xistin girtîgehan.

Îro dozgeriya giştî ya Tirkiyê fermana binçavkirina 101 leşkerên ji fermandariyên hêzên bejahî bi gumana girêdana wan bi rêxistina Fethullah Gulen a ku destê wan di hewldana darbeya 2016’an de heye, da. Lê Gulen ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rûniştiyê, van tawanan red dike.

Hikumeta Tirkiyê her demê fermana binçavkirin û girtina karmendên saziyên dewletê bi bihaneyên girêdana bi derbeyê re, tevî ku salek û nîv di ser re derbas bûye, radigihîne.

Tirkiye wek girtîgeheke mezin li cîhanê tê hesibandin. Her wiha cihekî herî zêde rojnamevan lê hatine binçavkirin jî Tirkiye ye.

(fr)