4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan di Adarê de pêk tê

Weqfa Jina Rewşenbîr dê di 1 û 2’yê Adarê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ‘Jin rihê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan li bajarê Qamişloyê li dar bixe.

4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan di Adarê de pêk tê
25 sibat, 2019   09:38

SILAVA EBDULREHMAN - MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Weqfa Jina Rewşenbîr dê di 1 û 2’yê Adarê de, bi dirûşma ‘Jin rihê jiyanê û alfabeya wêjeyê ye’ 4’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin li bajarê Qamişlo lidar bixe. Mîhrîcan wê bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê were lidarxistin.

Mihrîcanên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn di salên borî de ji hêla Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hatibûn lidarxistin. Beşdar wê bi berhemên helbest, çîrok, gotar, şano, peykersazî û wênesaziyê tevlî mihrîcanê bibin.

Tê payîn ku dê gelek komên hunerî beşdarî mîhrîcanê bibin. Hinek komên ku tevlî mîhrîcanê bibin ev in; Koma Înana ya Sûryanî, koma şano ya Kobanê, ji Minbicê Koma Çerkez a dîlanê, Koma Kevana Zêrîn, ji Herêma Cizîrê  komên gelêrî yên Ereb û hinek stranbêj.

 Wê cilên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ereb, Kurd, Sûryan, Ermen û Çerkez an werin pêşkêşkirin.

Berdevka Weqfa Jina Rewşenbîr Ahîn Mihemed diyar kir ku armanca lidarxistina mîhrîcanê ew e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê hunerî, çandî û wêjeyî de pêş bixe. Her wiha behreyên jinan ên di warên helbest, nivîsandin, çand û wêjeyê de derkevin û asta afirîneriya wê bilind bibe.

Ahîn destnîşan kir ku vexwendinameya tevlêbûna mihrîcanê ji tevahiya jin, rêxistin û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatine şandin da ku jin bi reng, çand, wêje û kultira xwe beşdar bibin.

(şx/bm)

ANHA