Komeke koçber û malbatên çeteyan gihîştin kampa Holê

Gelek malbat, di nav de malbatên çeteyan jî, ji gundê Baxozê gihîştin kampa Holê. Rêveberiya kampê jî alîkariyên pêwîst pêşkêşî koçbran dike.

Komeke koçber û malbatên çeteyan gihîştin kampa Holê
Komeke koçber û malbatên çeteyan gihîştin kampa Holê
Komeke koçber û malbatên çeteyan gihîştin kampa Holê
Komeke koçber û malbatên çeteyan gihîştin kampa Holê
Komeke koçber û malbatên çeteyan gihîştin kampa Holê
Komeke koçber û malbatên çeteyan gihîştin kampa Holê
25 sibat, 2019   08:53

HESEKÊ

Îro sibehê nêzî hezar û 300 kes ku piraniya wan malbatên çeteyên biyanî ne, ji gundê Baxozê yê girêdayî bajarokê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê, gihîştin kampa Hol a rojhilatê Hesekê.

Nûçegihanên ANHA`yê diyar kir ku piraniya koçberan jin û zarok in, her wiha rêveberiya kampê û ekîbên Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên pêwîst pêşkêş kirin û hinek jinên ducanî yan jî yên temenmezin rakirin nexweşxaneya Hesekê.

Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya kampê hatine wergirtin, piraniya koçberên îro hatine ji welatiyên Tirkiye, Rûsya û Iraqê ne, her wiha hin welatiyên Sûriyê yên bajarên mîna Heleb, Hema, Idlib, Reqa û Babê jî hene.

Di nava du rojan de nêzî 2 hezar û 800 kes ku di nava wan de malbatên çeteyan jî hene, ji gundê Baxozê gihîştin kampa Holê.

(kn)