Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijarên wekî belavbûna polîsên leşkerî di navbera sînorê Sûriyê û Tirkiyê, geşedanên dawîn ên li Iraqê û Lûtkeya Erebî û Ewropayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
25 sibat, 2019   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Moskovê pêşniyar kir polîsên leşkerî yên Rûsyayê li herêma tampon a di navbera Sûriye û Tirkiyê de bi cih bike

Rojnameya El-Heyat behsa mijara Sûriyê kir û wiha got:"Piştî çend rojan ku Washingtonê ragihand ku ew ê 200 leşkerên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina aştiyê bihêle û ji hevalbendên xwe yên Ewropayê xwest piştgiriyê bidin vê gavê, Moskovê pêşniyar kir ku endamên polîsên leşkerî yên Rûsî li herêma tampon a li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de werin bicihkirin, ji ber tecrubeyên wê li herêmên kêmkirina şer hene. Rayedarekî ji MSD`ê bersiva pêşniyara Rûsyayê da û got pêşniyara Rûsyayê gelek dereng ma, hêzên parastina aştî yên navneteweyî ji ewlehiya herêmê yên herî guncaw in.”

Rojname bi berdewamî wiha pê de çû:"Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov teqez kir ku doza sînor a di navbera Sûriye û Tirkiyê de di lûtekeya dawîn a Soçiyê de hate nîqaşkirin.”

El-Ereb: Şerê Sûriyê li ber pêvajoyeke nû ye

Rojnameya El-Ereb jî behsa mijara Sûriyê kir û wiha nivîsand: "Daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya sala par de, ku ew ê hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ku hejmara wan 2 hezar e, vekişîne, hêzên derve yên ku destwerdana aloziya Sûriyê kirine, tevlihev kirin û nexasim Rûsya, Tirkiye û Îran.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got:" Rêveberê Itîlafa Wetenî û serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî, blokeke siyasî ya nû bi navê “El-Menber Iraqî” ragihand.”

Her wiha rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa Iraqê kir û wiha pê de çû: "Hêzên ewlehiya Iraqê, operasyonên leşkerî li dijî bermahiyên DAIŞ`ê yên li çolistana di navbera Enbar, Selaheddîn û Nînewa dane destpêkirin.”

Lûtkeya Erebî-Ewropî

Têkildarî Lûtkeya Erebî-Ewropî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand:" Yekemîn Lûtkeya Erebî-Ewropî ku duh li bajarê Şerm El-Şêx a Misrî dest pê kir, îro bi amadebûna nûnerên 50 dewletan dewam dike.”

Tirkiyê-Misr

Têkildarî têkiliyên di navbera Misr û Tirkiyê de, rojnameya El-Ereb wiha got:"Piştî agirbesta di aliyê çapemeniyê de, careke din alozî di navbera Tirkiye û Misrê de zêde dibe.”

Venezuela

Têkildarî aloziya Venezuela jî rojnameya El-Quds El-Erebî wiha nivîsand:" Piştî ku Washington ragihand ku rojên dawîn ên serokê Venezuelayê Nicholas Maduro hindik mane, zextên navneteweyî li ser Maduro zêde bûne.”

Her wiha têkildarî destwerdana Tirkiye û Îranê di karûbarên herêmê de, rojnameya El-Beyan wiha got: "Siûdî û Misr ji bo rawestandina destwerdana Îranê li herêmê, helwesteke navneteweyî xwest. Her wiha her du welatiyan teqez kir ku kiryarên Îranê û liv û tevgerên Tirkiyê hişt ku alozî li herêmê rû bidin.”

(kc)