Sûka pez a Til Hemîsê bûye meqseda bi hezaran şêniyan

Xwediyên sewalan, bi hezaran şêniyên navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê û bazirganên sewalan berê xwe didin sûka pez a navçeyê. Di sûkê de dikanên firotina êm, madeyên xwarinê, sebze, goşt, cilên balê û navendên tenduristî yên beyterî hene.

25 sibat, 2019   09:16

ŞIHAB EL-HMED / QAMIŞLO

Xwediyên sewalan ji ber barîna baranê ya îsal, zirarên ku di sala borî de ji ber zuhabûba zeviyan pê hatine derbaskirin.

Xwediyên sewalan ên navçeya Til Hemîsê di van rojan de berê xwe didin çêregehên li bejahiya navçeya Holê ji ber ku ew herêm bi hebûna şînkahiyê tê naskirin û pêwîstiyên sewalan ji çêrînê peyda dike.

Ajansa me rewşa xwediyên sewalan û sûka pez a navçeya Til Hemîsê ji nêz ve şopand. Hate destnîşankirin ku nirxên sewalan li gorî sala borî bûne du qat. Di sala borî de buhayê her seriyekî di navbera 40 heya 50 hezar lîreyên Sûriyê bû, lê îsal ew buha di navbera 90 heya 110 hezarî de ye.

Şênî ji ber nebaşiya rêya rojhilat a ku herêmên rojhilat û herêmên başûr bi sûkê ve girê dide, neçar dimînin ku sewalan ji erebeyan deynin û bi meş bibin sûkê. Binesaziya sûkê jî bi kevir nehatiye tijîkirin ji ber wê şênî û bazirgan zehmetiyan di meşa nav heriyê de dikişînin.

Yek ji bazirganên sewalan bi navê Michim El-Izo destnîşan kir ku di sala borî de zevî zuha bibûn, ji ber wê jî nirxê sewalan erzan bûbû. Lê îsal cuda bû, ji ber barîna baranê û hebûna çêregehan nirxê sewalan buha bûye.

Ji aliyê xwe ve bazirganê sewalan ê bi navê Ubeyd Hemûd got sûka pez îsal ji xwediyên pez re baş e. Hemûd destnîşan kir ku şênî ji ber rêya ku digihîje sûkê ji aliyê rojhilat ve qut bûye û tijî çal in, zehmetiyan dikişînin. Tevahiya şêniyan erebeyên xwe dihêlin û bi meş sewalên xwe piştî ku 300 metre qut dikin digihînin sûkê.

Têkildarî heman mijarê bazirganê pez ê bi navê Salim El-Hemko jî wiha got: "Di sala borî de ji ber zuhabûnê şênî û xwediyên sewalan zirar dîtin û sewalên xwe bi nirxên gelekî erzan firotin. Lê îsal ji ber baranê nirxê sewalan buha bû. Îsal sala xêr û bereketê ye." Di dawiyê de El-Hemko hêviya serkeftinê ji hemûyan re xwest.

Ya ku bala mirov di prosesa kirîna pez de li gorî rêbazên kevn dikişîne, muşterî û firoşkar destên xwe didin hev heya ku li ser nirxekî li hev bikine. Dema muşterî nirxê sewalê qebûl neke wê demê çend caran destê xwe bi hêz dihejîne da ku firoşkar nirxekî din deyne.

(şx)

ANHA