Meclisa giştî ya HPC‘ê hate avakirin

Konferansa 2’yemîn a Hêzên Parastina Civakî bi hilbijartina meclisa giştî û biryaran bi dawî bû.

Meclisa giştî ya HPC‘ê hate avakirin
Meclisa giştî ya HPC‘ê hate avakirin
24 sibat, 2019   19:28

QAMIŞLO

Konferansa 2’yemîn a Hêzên Parastina Civakî (HPC) ê bi dirûşma “Tekane rêya xelaskirinê ji qirkirin û kuştinê, rêya xweparastinê ye” li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê vê sibehê destpê kir. 950 endamên HPC`ê, endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Kongreya Star tev li konferansê bûn.

Konferans bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştî axaftinan endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin.

Di konferansê de rêzikaname hate xwendin û bendên wê ji aliyê beşdaran ve hatin nîqaşkirin.

Paşê jî rapora xebatên 3 salan a Hêzên Parastina Civakî hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin.

Di konferansê de Meclisa Hêzên Parastina Civakî li ser asta herêma Cizîrê ji 63 endaman hate avakirin.

Endamên nû sond xwarin.

Di dawiya konferansê de biryara hatin girtin, ji wan:

1- 1- Hêzên Parastina Civakî li hemberî hewldanên qirkirina çandî û dagirkirina leşkerî dê erka xwe pêk bîne.

2- Rêxistinkirina civakê di her aliyan de wekî bingeha kar esas digire.

3-Dewreyên perwerdeyê yên leşkerî û fikrî dê werin vekirin.

4-Wekheviya herdu zayendan bingeha sereke ya xebata Hêzên Parastina Civakî ye.

5-Hêzên Parastina Civakê li hemberî zayendperestî û desthilatdariya zilam têkoşînê bike.

ANHA