Li Tebqayê ji bo 8`ê Adarê semîner

Rêveberiya Jin a Tebqayê bi koordîneya Meclisa Sivîl a Tebqayê semînerek ji bo danasîna girîngiya Roja Cîhanî ya Jinan orgenîze kir.

Li Tebqayê ji bo 8`ê Adarê semîner
Li Tebqayê ji bo 8`ê Adarê semîner
Li Tebqayê ji bo 8`ê Adarê semîner
24 sibat, 2019   16:48

TEBQA

Rêveberiya Jin a Tebqayê di çarçoveya rêzeçalakiyên ku bi boneya 8‘ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de, bi diruşmeya " Bi berxwedana jin jiyan geş dibe û teror tune dibe"  semînerek li ser danasîna 8‘ê Adarê da.

Semîner li Navenda Çand û Hunerê bi tevlibûna bi dehan jinên Teqayê, endamên rêveber ên buroyên jinan, saziyên sivîl û civakî, li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Sivîl a Tebqayê Yesrib Hesûn axivî û 8‘ê Adarê li jinan pîroz kir û got: "Roj bi roj jin berxwedan û têkoşîna xwe di rêya bidestxistin û vegerandina mafên xwe yên ku zihniyeta mêrdestiyê û pergalên zordest jê bê par hiştine isbat dike. Dem êdî hatiye ku jin li hember zulmê serî hildin."

Piştre endama rêveber a Meclisa Sivîl a Reqayê Dilşa Mistefa axivî û di destpêka axaftina xwe de dîroka Roja Cîhanî ya Jinan û sedema diyarkirina vê rojê ji beşdaran re şîrove kir.

Dilşa, destanên ku jinan di dirêjahiya dîrokê de û destkeftiyên ku bi dest xistine bi bîr xistin û Zenûbiya, El-Xensaa, Nefertîtî û bi dehan jinên ku li hember zulmê têkoşiyane wek mînaka berxwedana jinan anîn ziman.

Di dawiya semînerê de belgefîlmek girêdayî têkoşîna şervanên YPJ`ê hate pêşandan.

Tê payîn ku hemleya ku Rêveberiya Jin a Tebqayê bi dirûşmeya `Bi berxwedana jin jiyan geş dibe û teror tune dibe` dê çalakiyên xwe sibe bi tevlêbûna bi dehan jinan bidome.

Jin wê sibe kolanên bajarê Tebqayê bi pankart û wêneyên ku 8`ê Adarê didin nasîn bixemlînin.

(şx)

ANHA