Li herêma Cizîrê hemleya paqijkirinê dest pê kir

Komîteya Hawîrdorê ya Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê dest bi hemleyeke paqijkirinê kir.

Li herêma Cizîrê hemleya paqijkirinê dest pê kir
Li herêma Cizîrê hemleya paqijkirinê dest pê kir
Li herêma Cizîrê hemleya paqijkirinê dest pê kir
Li herêma Cizîrê hemleya paqijkirinê dest pê kir
24 sibat, 2019   12:53

QAMIŞLO

Di salên borî de çopa li ser rêyan kom bûbû, bar li ser welatiyan zehmet dikir. Lewre Komîteya Hawîrdorê ya Şaredariyan a Herêma Cizîrê ji bo sala 2019`an gelek proje û plan danîbûn pêş xwe. Ji wan yek jî rakirina çopê (sergo) bû.

Desteya Şaredariyan, Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê  û Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo plana xizmetguzariyê ya îsal danî, da ku rewşa xizmetê li hemû bajar, navçe û bajarokên girêdayî wê bi pêş bikeve. Plana destpêkê jî rakirina çopê bû. Gava yekemîn Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo dest bi belavkirina pakêtên çopê li bajar, navçe û bajarokên girêdayî kantonê kir.

Wekî gava duyemîn, îro Buroya Jinan û bi hevkariya Buroya Hawîrdorê ya navçeya Til Hemîsê dest bi hemleya paqijkirinê bi boneya pêşwazîkirina Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kir.

Tê payîn ku Buroya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a Til Hemîsê û şaredariyên girêdayî wê, wekî şaredariyên Ebû Con, Ukaz, Til Ehmed û Ceza hemleyên paqijkirinê li herêmê û nasandina wê di hundirê dibistanan de, vê mehê dê zêde bikin.

Her wiha dê Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo di demên pêş de pakêtên çopê li herêmên girêdayî navçeya Til Hemîsê belav bike.

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê duh pêngavek li navçeyê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Leyla Guven dê têkoşîna rizgarkirina jinan bidome"  û bi hevkariya hemû şaredariyên girêdayî wê dest pê kir. Her wiha ev pêngav jî ji çalakiyên Buroya Jinan a Şaredariyê ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan bû.

Tê payîn ku hemleyên fena wê li tevahî bajar, navçe û şaredariyên herêma Cizîrê werin destpêkirin.

(fr)

ANHA