‘Armanca şehîdan Sûriyeyeke demokratîk e’

Yek ji fermandarên QSD’ê Cesûr Amûdê di bin konê sersaxiyê yê şehîd Seyf Serêkaniyê de axivî û wiha got: “Şehîdan ji bo Sûriyeyeke demokratîk canê xwe da. Divê her kes wefadarê şehîdan be û armancên wan pêk bîne.”

‘Armanca şehîdan Sûriyeyeke demokratîk e’
‘Armanca şehîdan Sûriyeyeke demokratîk e’
‘Armanca şehîdan Sûriyeyeke demokratîk e’
‘Armanca şehîdan Sûriyeyeke demokratîk e’
24 sibat, 2019   12:59

HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîdê QSD`ê Hemûd Minûx (Seyf Serêkaniyê). Şehîd Hemûd Minûx di 21`ê Sibata 2019`an de li bajarê Reqayê şehîd bûbû.

Kon li pêşiya mala şehîd a li gundê Mesûma yê girêdayî Serêkaniyê hate vedan. Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê, saziyên sivîl, endamên hêzên leşkerî tev li merasîmê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê yek ji fermandarên QSD`ê Cesûr Amûdê axivî, sersaxî ji malbata şehîd Seyf Serêkaniyê û hemû şehîdan re xwest.

Cesûr Amûdê wiha got: “Em çi qas li ser şehîdan biaxivin em nikarin mafê şehîdan bidin. Ji ber ew tê koşiyan û şer kirin heta ku gihîştin asta şehadetê. Şehîdan ji bo Sûriyeyeke demokratîk canê xwe da. Divê her kes wefadarê şehîdan be û armancên wan pêk bîne.”

Cesûr Amûdê teqez kir ku ew ê li hember aliyên ku dixwazin Sûriyê parçe bikin bisekinin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em yekbûna axa Sûriyê dixwazin, divê em hemû bibin yek û êrîşên ji derve red bikin.”

Xalê şehîd Ebdulrezaq El-Hilo jî diyar kir ku dê li her derê şerê terorê bikin.

ANHA