Kobaniyan sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û QSD’ê re xwest

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên her heft şehîdên YPG û QSD’ê re xwest ku duh li Kobanê hatibûn oxirkirin.

Kobaniyan sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û QSD’ê re xwest
Kobaniyan sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û QSD’ê re xwest
Kobaniyan sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û QSD’ê re xwest
Kobaniyan sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û QSD’ê re xwest
Kobaniyan sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û QSD’ê re xwest
Kobaniyan sersaxî ji malbatên şehîdên YPG û QSD’ê re xwest
24 sibat, 2019   12:35

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û endamanên saziyan sersaxî ji malbatên şervanên QSD’ê Mihyedîn Etaş (Reşo Pirsûs), Ebdullah Tekîn (Harûn Pirsûs), Ibrahîm Bîlot (Salih Pirsûs), şervanên YPG‘ê Erdal Kobanê, Seyid Kobanê,Têkoşîn Kobanê  ku di Şerê Tunekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûne û Diyar Mistefa ku di encama teqînekê li gundê Kurpîngar ê girêdayî bajarê Kobanê de şehîd bûbû, xwest. Her heft şehîd duh li Goristana Şehîd Dîcle hatibûn oxirkirin.

Konê sersaxiyê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê hate vedan. Bi sedan şêniyên herêma Kobanê, saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Hesekê Zerdeşt Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Bi saya keda şehîdan gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn gelek destkeftî bi dest xistine. Ji ber vê yekê em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.”

Piştre endama Rêveberiya Kongreya Star Almaz Romî sersaxî ji malbatan re xwest û wiha axivî: “Dema em şehîdan didin, rast e ku dilê dayikên me dişewite. Lê dema ku dayik dibînin zarokên wan ji bo parastina axa welat canê xwe dane, dayik hêz digirin û bi zarokên xwe serbilind dibin.”

Endamê Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Şêro Mustefa axivî û wiha got: “Şehîdan ji bo parastina axa xwe li hember dijmin sekinîn û şehîd bûn. Bila serê rêber Apo sax be. Wê gelê Kurd ala şehîdên ku canê xwe ji bo welat dane, bilind bikin.”

Her wiha xwişka Şehîd Diyar Mistefa, Şervîn Mustefa axivî. Şervîn diyar kir ku şehîd ne tenê şehîdê wan e, şehîdê gelê Kurd hemû ye û wiha got: “Em îro bi şehîdê xwe serbilindin. Divê her kes ji bo axa xwe şer bike.”

Axaftvanan di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da. Tê payîn ku merasîm heta seatên berêvarê berdewam bike.

(sn-hh)

ANHA