Penaberên ji Iraqê: Bila hikumeta Iraqê pêşiya me veke

Penaberên ji Iraqê yên ku li kampa Holê dimînin, bang li hikumeta Iraqê kir ku rê li pêşiya wan veke ji bo bizivirin warê xwe. Penaberan got “Em dixwazin li warê xwe vegerin.”

Penaberên ji Iraqê: Bila hikumeta Iraqê pêşiya me veke
Penaberên ji Iraqê: Bila hikumeta Iraqê pêşiya me veke
Penaberên ji Iraqê: Bila hikumeta Iraqê pêşiya me veke
24 sibat, 2019   10:04

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Kampa Holê bi 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê. Li gorî rêveberiya kampê 22 hezar penaberên iraqî li kampê dimînin. Dema ku DAIŞ’ê herêmên Iraqê dagir kirin, gelek şêniyên Iraqî berê xwe da Sûriyê. Piştî ku DAIŞ’ê herêmên xwe winda kirin, hinek şêniyên Iraqê bi xwe re anîn herêma Dêrazorê û wek mertalên zindî bi kar anîn. Rêveberiya kampê ji bo vegera penaberên Iraqê bi hikumeta Iraqê re di nava têkiliyan de ye.

Penaberên Iraqê yên li kampa Holê ji ajansa me re xwestekên xwe anîn ziman. Hinek derketin pêşiya kamerayê lê hinek jî ji ber ewlehiya xizmên xwe yên li Iraqê, derneketin pêşberî kamerayan.

Penaberên Iraqê bi van peyvan xwestekên xwe anîn ziman: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên mafên mirovan dikin da ku me vegerînin Iraqê. Em dixwazin vegerin warê xwe. Hikumeta Iraqê rê li pêşiya vegera me girtiye. Divê aliyên têkildar ên Iraqê bizanin ku em iraqî ne. Em ne endamên DAIŞ`ê ne, em ji ber DAIŞ’ê reviyane.”

Piştî ku têkçûna DAIŞ’ê li Sûriyê nêzîk bû û hikumeta Iraqê jî ragihand ku DAIŞ li Iraqê têk çûye, bi hezaran penaberên iraqî yên li Sûriyê dixwazin vegerin warê xwe. Lê penaber ji ber 2 sedeman nikarin vegerin. Ya yekem; hikumeta Iraqê rê nade ku penaber vegerin warê xwe. Ya din jî hêzên çekdar ên bi navê Heşd El-Şabî, penaberan bi endamtiya DAIŞ’ê tawanbar dikin. Ji ber wê jî penaber ditirsin vegerin.

Yek ji van penaberan jî kesê bi navê Hemîd El-Erec (70) yê ji parêzgeha Enbarê ye. El- Erec wiha got: “Peyama min ji NY`yê û rayedarên mafên mirovan re ye. Bi navê penaberên Iraqê ez bang li wan dikim da ku serdana kampa Holê bikin û serjimarekê çêkin. Bila piştrast bibin kî çete ye û tekez bikin ku iraqiyên di nav kampê de ji terorê dûr in. Em dixwazin aliyên têkildar diyar bikin ku ji ber çi hikumeta Iraqê rê nade em vegerin warên xwe."

El-Erec da zanîn ku sedemên li pêşiya vegera wî hêzên çekdar ên bi navê Heşd El-Şabî ne û wiha axivî: “Herêmên di bin serweriya hêzên sunne de, ne ewle ne. Hikumeta Iraqê jî penaberan bi endamtiya DAIŞ’ê tawanbar dike.”

Ciwanê bi navê Mihemed Hisên El-Ehmed (31) ê ji bajarê Felûceyê gazin ji hikumeta Iraqê kir û wiha got: “Hikumeta Iraqê nahêle em vegerin warên xwe. Ez dixwazim bi rêya rêxistin û aliyên têkildar vegerim Iraqê. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku penaberan vegerîne û ji îdiayên ku dibêjin penaber endamên DAIŞ`ê ne, dûr bikevin.”

El-Ehmed destnîşan kir ku aliyên têkildar ên kampa Holê bi erkên xwe radibin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Pêwîstiya penaberên Iraqê tînin cih û gelek caran ji bo vegera penaberan peywendiyan bi hikumeta Iraqê re çêdikin. Lê hikumeta Iraqê rê nade ku penaberên Iraqê vegerin warên xwe.”  

 (şx/bm)

ANHA