Di Berxwedana Serdemê de wek şehîd hatin ragihandin lê hîn dijîn

Di şerê li gundê Elbîskê de birîndar bûn. Piştî agahî ji wan qut bûn, bi merasîmekê wek şehîd hatin ragihandin. Lê piştî 26 rojan ji berxwedanê, hevalên wan pê hesiyan ku ew hîn dijîn. Li hevrêyên xwe vegeriyan û gotin vegera wan "zayîneke nû” ye.

Di Berxwedana Serdemê de wek şehîd hatin ragihandin lê hîn dijîn
Di Berxwedana Serdemê de wek şehîd hatin ragihandin lê hîn dijîn
Di Berxwedana Serdemê de wek şehîd hatin ragihandin lê hîn dijîn
24 sibat, 2019   10:30

FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Her du şervanên YPJ/YPG`ê Avrîn Masûm û Şoreş Amûdê tev li qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê bûbûn. Her du şervan li eniya gundê Elbîsê yê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê bûn.

27`ê Çileya 2018`an li wî gundî di navbera şervanê YPJ/YPG`ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerek dijwar derket. Şervana bi navê Avrîn tev li berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bûbû. Ji ber ku Avrîn endama Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya YPJ`ê bû, bi kamereya xwe berxwedan belge dikir. 

Ji ber berxwedana mezin a şervanan li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, çeteyan nikaribû bi pêş de biçin. Ji ber wê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêm bi balafir û çekên giran topbaran kir. Tevî wê jî şerê dijwar dewam kir. Di nava şer û topbaranê de, topek nêzî cihê şervanan ket. Di encamê de Avrîn ji lingê xwe birîndar bû û lingê wê şewitî. Her wiha şervanê bi navê Şoreş bi parçeyan birîndar bû.

Piştî her du şervan birîndar dibin, nikarin tev bigerin. 5 rojan bi awayekî veşartî di gund de dimînin. Di wan rojan de topbaran li ser gund û derdorê dewam dikir û mal hatin rûxandin.

Pitşî ku li gund bêdengî çêbû û topbaran sekinî, her du şervan serzikî çûn û ji gund derketin. Xwe di cihekî baş de veşartin. Ji ber tu alavên ragihandinê bi wan re tune bûn, nikarîbûn bi hevalên xwe re bikevin nav têkiliyê.

Fermandariya Giştî ya YPJ/YPG`ê tu agahî ji wan her du şervanan wernegirtin. Fermandariyê her du di 30`ê Çileya 2018`an de bi merasîmekê, şehîd îlan kirin.

Her du şervan li xeta herêma di navbera şervanên YPJ/YPG`ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de xwe di nava darên zeytûnan de veşart. Her du şervanan ava baranê vedixwar û pelên daran dixwarin. Her du şervan birîndar bûn, tevî birçîbûn û tîbûnê jî morala xwe nexist. Baweriya wan hebû ku hevrêyên wan dê wan rizgar bikin, ji ber wê îrade û israra wan zêde bû.

Di 24`ê Sibata 2018`an roja 35`an a Berxwedan Serdemê û piştî 26 rojan ku agahî ji her du şervanan nehat girtin, şervanên YPJ/YPG`ê li gundê Elbîskê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn. Her du şervanan dengê guleyan bihîstin û dema çalakî dîtin zanîn ku li gund şer heye. Dema şervanên YPJ/YPG`ê di ber cihê ku her du şervanan xwe tê de veşartibû re derbas dibin şervanê bi navê Şoreş bang dike "Em hevalên we ne û em dijîn." Şervanan dengê Şoreş bihîst û bi hişyarî ber bi cihê ku deng jê derket ve, çûn. Dema ku gihîştin wî cihî dîtin ku her du şervan ji birçîbûn, tîbûn û êşa birînên xwe pir westiyane.

Şervanên YPJ/YPG`ê yên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn, her du şervanên birîndar Avrîn û Şoreş rakirin û ber bi cihekî ewle ve birin. Şervanan ew derman kirin.

Her du şervanan got vegera wan "zayîneke nû” ye. Her wiha teqez kirin ku tişta hatiye serê wan, îrade û hêza wan ji bo berdewamkirina berxwedanê zêde kir.

Îro jî piştî birînên her du şervanan rehet bûne, li nava refên YPJ/YPG`ê vegeriyane. Niha jî bi hevrêyên xwe re xebatên xwe didomînin.

(bx/bm)

ANHA