Jinek êzidî: DAIŞ`ê ji ber serkeftinên QSD`ê tola xwe ji me hildidan

Jina êzidî ya ku QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye, destnîşan kir ku piştî QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê tengav dikirin, çeteyan wan bi awayekî hovane îşkence dikirin. Jina êzidî spasiya QSD`ê kir ji ber ku wê ji zilmê xilas kiriye.

Jinek êzidî: DAIŞ`ê ji ber serkeftinên QSD`ê tola xwe ji me hildidan
24 sibat, 2019   08:26

SILAVA EBDULREHMAN - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Di 3`yê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê komkujî li Şengalê pêk anî. Ew komkujî wek Fermana 74`an der heqê êzidiyan de tê hesibandin. Di wê bûyerê de çeteyan bi sedan jinên êzidî revandin û di nav sûkên Reqa, Mûsil û gelek herêman de ku dagir kiribûn, firotin.

Di pêngavên rizgarkirinê yên QSD`ê de li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiribûn, hêzên QSD`ê bi sedan jinên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Beriya vê ajansa me  nûçeyek dabû û tê de tekez kiribû ku QSD`ê 200 jinên êzidî rizgar kirine.

Ji wan jinan jina bi navê M.X. a 30 salî û ji şêniyên gundê Til Qesab ê Şengalê ye. Temenê M.X. dema ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandina 25 salî bû. M.X. kêliya êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê bi tirsnak wesifand û wiha got: "Dema çeteyan êrîşî me kirin, em ji Til Qesabê ber bi Solaxê ve reviyan. Piştre em çûn Qinî û em li gel xizmên xwe man, lê çeteyan di mal de em dorpêç kirin û tevî hejmareke mezin ji xizmên me, em revandin."

M.X. wiha domand: "Dema em revandin, jin û mêr ji hev du cuda kirin û li ber çavên me mêr û kesên temenmezin kuştin. 88 mêr ji malbat û xizmên min kuştin. Paşê jin birin Tilefer û kirin dibistanan. Piştre birin Mûsilê û li wir kirin girtîgeha Badocê. Li wir derdora mehekê em man û dîsa em vegerandin Tileferê da ku min ji xwişkên min cuda bikin."

Piştî ku M.X. 5 mehan li Tileferê dimîne, wê û jinên pê re bi 30 basan dibin Reqa. M.X. li gel çeteyekî ji Idlibê bi navê Ebû Ubeyde heya 3 salan dimîne û di nav wan salan de rastî tevahiya cureyên heqaretê tê.

M.X. wiha vegotina serpêhatiya xwe berdewam kir: "Me lingên wan maç dikirin da ku me tecawiz nekin. Lê wan bi zanebûn heqaret li me dikir û bi darê zorê em kirin misilman. Di wan salan de li gelek herêman ez mam; mîna Tebqa, Reqa, El-Sexne, Heleb, Şedadê, El-Meyadîn, Heqil El-Umer û Dêrazorê."

Piştî kuştina Ebû Ubeyde, M.X. ji mêvanxaneyê re tê veguhestin da ku careke din were firotin an jî wek diyarî ji çeteyekî re were dayîn. Girêdayî wê M.X. wiha got: "Heya salekê ez li mêvanxaneyê mam, wê demê ji ber serkeftinên QSD`ê min dikirin girtîgehê û heyfa xwe ji min hildidan. Heya 2 mehan ez di girtîgehê de mam, piştî derketinê ez birim Baxozê."

Piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tengav dikin, çeteyan M.X. dibin berîka xwe ya dawîn li herêma Hecînê. Di operasyonekê de QSD`ê bi sedan sivîl di nav de M.X. li herêma Hecînê rizgar dikin.

M.X. piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dibe, cilê reş ê ku çeteyan bi darê zorê li M.X. yê kirine dişewitîne. M.X. spasiya QSD`ê kir ji ber ku wê ji çeteyên DAIŞ`ê xilas kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku YPJ`ê M.X. radestî Desteya Jinan a Herêma Cizîrê kiriye. Ji aliyê xwe ve desteyê wê radestî malbata wê li Şengalê dike.

(şx)

ANHA