ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.02.2019
24 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê ji bo her heft şehîdên ku duh hatibûn oxirkirin, konê sersaxiyê li qada Şehîd Egîd vedide, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şehîd Hemîd Salih (Elî) yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, sersaxiyê dixwazin, saet 110:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistinên girêdayî warê tenduristiyê re dicivîne. Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayik û bavên şehîdên herêma Tebqayê kêfxweşiya xwe bi serkeftinên QSD‘ê di Pêngava Bagera Cizîrê de anîn ziman û gotin, êdî armancên şehîdan pêk tîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Efrînê û Şehbayê teqez kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têgeha neteweya demokratîk, yekitî di nava hemû gelan de çand û wiha gotin: “Ji ber vê yekê pir girîng e em fikrên wî yên demokratîk pêk bînin da ku aştî li Rojhilata Navîn û cîhanê çêbe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Penaberên Iraqê ku li Kampa Holê dimînin bang li hikumeta Iraqê kirin da ku rê li pêşiya vegera wan veke. Her wiha bang li aliyên têkildar kirin ku zextê li aliyên berpirs ên li Iraqê bikin da ku ewlehiyê peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Çeteyê bi navê Emre Ozanoglu komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê ku li bajarê Tirkiyê kar dikin, da ku propagandaya rêxistina terorîst bikin û çeteyên biyanî derbasî nava Sûriyê bikin, eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Washington carek din li Sûriyê kaxiz li hev xistin û ji biryara xwe ya vekişîne paş de vegerî, ev yek planên Tirkiyê tevlihev dike. Ji aliyekî din ve QSD`ê ji rizgarkirina bargeha dawîn a DAIŞ`ê nêzîk bûye. Her wiha aliyên Yemenî bicihanîna qonaxa yekemîn a hevpeymana ji nû ve belavkirinê asteng dikin. li Sûdanê jî asta xwepêşandanan zêde dibin heta ku gihaştin qesra El-Beşîr. (BI WÊNE).

JIN

- Jina bi navê Emel ku hevsera çeteyekî DAIŞ’ê bû, piştî hevserê wê hat kuştin, DAIŞ’ê ew bi çeteyekî din re zewicand. Emel xwe radestî QSD’ê kir û niha li kampa Holê ye. Emel wiha dibêje: “Ez dixwazim vegerim welatê xwe Lubnanê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di paş eniyên şer ên pêşîn de bi çend kîlometran jinên leşker ên nenas bi hêz û vînek mezin tev li Berxwedana Serdemê bûn û li her navçeyeke Efrînê dîrokek berxwedanek têr û tijî nivîsandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina Êzidî ya ku QSD`ê wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye, destnîşan kir ku piştî QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê tengav dikirin, çeteyan wan bi awayekî hovane îşkence dikirin. Jina Êzidî spasiya QSD`ê kir ji ber ku wê ji zulmê xilas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a bajarokê Hemrat bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê projeya sererastkirina kenalên avdanê yên bajarokê daye destpêkirin, ev kenal dê 20 hezar donim zevî av bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA