Bêdengiya li hemberî rewşa çalakgeran grevên birçîbûnê hate şermezarkirin

Kongreya Star a Lubnanê bêdengiya navdewletî û rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember rewşa çalakgerên greva birçîbûnê yên ku bang li rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin şermezar kirin.

Bêdengiya li hemberî rewşa çalakgeran grevên birçîbûnê hate şermezarkirin
23 sibat, 2019   20:57

BEYRÛT

Kongreya Star a paytexta Lubnanê Beyrûtê çalakiyek protestoyî lidar xist. Bi dehan jin ku wêneyên Ocalan û parlamenter Leyla Guven a ku ji zêdetirî 3 mehan ve di greva birçîbûnê de ye hildan û tev li çalakiyê  bûn.

Di çalakiyê de endama Kongreya Star Emgiyan Hemo axivî û berdewamkirina tecrîda girankirî ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir. Her wiha bêdengiya navdewletî li hember rewşa çalakgerên greva birçîbûnê yên ku piştgiriya berxwedana têkoşer Leyla Guven dikin û êdî rewşa wan xeter e şermezar kir. Emgiyan rêxistinên mirovî û hiqûqî berpisyariya xetera li ser jiyana çalakgeran girt ku eger bi awayekî ji bo bi cîhanîna daxwazan wan di rakirina tecrîdê de nelebitîn.

Di dawiyê de Emgiyan Hemo berxwedana Leyla Guven û tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê yên ku piştgiriya daxwaza wê dikin silav kir. Emgiyan piştgiriya wan bi çalakgeran re heya pêkanîna daxwazên wan teqez kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana girtîgehan û Leyla Guven bi dawî bû.

(şx)

ANHA