Li kampa Holê di depoyeke cereyên gazê de teqînek pêk hat

Li kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê di depoyeke cereyên gazê de teqînek pêk hat. Li gorî encamên destpêkê 14 kes birîndar bûn.

Li kampa Holê di depoyeke cereyên gazê de teqînek pêk hat
Li kampa Holê di depoyeke cereyên gazê de teqînek pêk hat
Li kampa Holê di depoyeke cereyên gazê de teqînek pêk hat
Li kampa Holê di depoyeke cereyên gazê de teqînek pêk hat
23 sibat, 2019   21:51

HESEKÊ

Hate ragihandin, li kampa Holê ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê di depoyeke cereyên gazê de de teqînek pêk hat û şewat derket. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin 14 sivîl birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirin nuqteya tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a kampê û kesên rewşa wan li nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Holê cihê teqînê girt û lêpirsîn da destpêkirin

Li gorî agahiyên ku li kampê têne gotin, şaneyên veşarî ev teqîn pêk anîn da ku aloziyê li kampê çêbikin û rê ji malbatên çeteyên DAIŞ‘ê re yên li kampê vekin da ku birevin.

Di du rojên dawî de 2 hezar û 800 kes ji bajarokê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê gihiştin kampa Holê, piraniya wan ji malbatên çeteyan e yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de xwe radestî QSD‘ê kirin.

ANHA