HRE‘yê li Ezazê li dagirkeran da, çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku şervanên wan 22‘yê Sibatê li derdora gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

HRE‘yê li Ezazê li dagirkeran da, çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn
23 sibat, 2019   15:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin;

"Çalakiyên bi bandor yên şervanên me ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne li dardixin, berdewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de;

Di dîroka 22’ê Sibatê de şervanên me li derdora gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê li dijî seyareyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku têde bûn hedef girtin û çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn."

ANHA