Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemîd Salih (Elî) yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê
Bi sedan kesî cenazeyê şehîd Elî spartin axê
23 sibat, 2019   14:43

QAMIŞLO

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hêzên leşkerî û saziyên civaka sivîl tevlî bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo beşarî merasîmê oxirkirinê bûn.

Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve merasîma leşkerî pêk hat.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efînî û bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên QSD‘ê Mihemed Zeydan axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji bo rizgarkirina herêmê ji hêzên tarî berdêlên mezin dane û herêm rizgar kirine.

Bi navê malbata şehîd Hemîd Salih, birayê şehîd Elî axivî û got ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in, ji ber ku ji rûmeta gel canê xwe feda kir. Her wiha diyar kir ku ew amade ne hê jî berdêl bidin.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê  şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA