Şehîdê QSD‘ê Seyf li Serêkaniyê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemûd Ubeyd Minewex (Seyf Ras El-Eyn) ku 21‘ê Sibata 2019‘an de li Reqayê şehîd bibû, li goristana şehîdan a Serêkaniyê hate veşartin.

Şehîdê QSD‘ê Seyf li Serêkaniyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Seyf li Serêkaniyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Seyf li Serêkaniyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Seyf li Serêkaniyê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Seyf li Serêkaniyê hate veşartin
23 sibat, 2019   15:16

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê, endamên Hêzên Asayîşê, YPG, YPJ û QSD‘ê cenazeyê şehîd Seyf ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. Girse di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz dikirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn bi navê QSD`ê fermendar Cesûr Amûdê axivîn.

Di axaftinan de têkoşerên azadiyê yên ku di çeperên şer ên pêşîn de şehîd bûne hatin bibîranîn û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Her wiha axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Fermendarê QSD`ê Cesûr Amûdê axivî û got: "Wek QSD`ê di vê pêvajoya hesas de em amade ne erkên xwe bînin cih. Ev jî soza me ye û em sond dixwin ku em ê tola xwîna şehîdên xwe hilînin.

Di berdewama axaftina xwe de Cesûr Amûdê diyar kir ku ew li hember DAIŞ`ê bi ser dikevin û wan tune dikin. Lê hişyarî di vê demê de pêwîste, ji ber ku şaneyên razayî di nav gel de belav bûne.

Ji aliyê xwe ve xalê şehîd, Ebdulrezaq El-Hilo bi navê êla El-Edwan axivî û got: "Şehîd ji bo parastina welat rûmeta tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirine. Em amade ne di her kêliyekê de her bostek ji xaka Sûriyê biparêzin. Em leşker in û ji bo parastina welat ji her êrîşkerekî em ê çek rakin."

Piştî bidawîbûna axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Ferhan wesîqeya şehadeta şehîd Seyf xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de şervanên QSD û YPG`ê cenazeyê şehîd di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan spartin axê.

Merasîma sersaxiya şehîd Seyf  Ras El-Eyn dê sibe li gundê Meqsûma yê girêdayî bajarê Serêkaniyê pêk were.

(şx)

ANHA