Li “herêmên bêçek” topbaran didome

Li herêmên bêçek ên Sûriyê binpêkirin dewam dikin. Hêzên rejîmê herêmên di bin desthilatdariya çeteyan de li gundewarên Idlib û Hemayê bombebaran kirin, çeteyan jî çeperên rejîmê bombebaran kirin.

Li “herêmên bêçek” topbaran didome
23 sibat, 2019   13:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên Idlib û Hemayê yên di bin desthilatdariya komên çete yên girêdayî Tirkiyê de û wek “herêmên bêçek” hatine ragihandin, îro jî binpêkirinan rû da. Hêzên rejîmê îro derdora herêmên Sikêl û El-Xwên, bajarokê El-Etemne li başûrê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin. Her wiha hêzên rejîmê duh bi şev bi dehan moşek û hewan avêtin herêmên Letamne, Lihaya, Marebka û El-Sexir yên bakurê Hemayê û herêmên El-Xwên û derdora El-Zerzûr li başûrê rojhilatê Idlibê.

Hêzên rejîmê derdora gundê Hisraya yê bakurê Hemayê, derdora bajarokê Seraqib ê rojhilatê Idlibê û hin herêmên başûrê Helebê jî bombebaran kirin.

Beriya çend saatan jî hêzên rejîmê bajarê Xanşêxûn ê başûrê Idlibê û gundên El-Zekat û El-Erbeîn ên bakurê Hemayê bombebaran kirin.

Li aliyekî din komên çete yên girêdayî Tirkiyê çeperên hêzên rejîmê li gundê El-Sefsafa yê rojavayê Hemayê bombebaran kirin.

Piştî civîna dawiyê ya roja 14`ê Sibatê di navbera serokên Sûriyê, Îran û Tirkiyê li Soçiyê pêk hat, hêzên rejîmê êrîşên xwe li dijî çeperên komên çete li Idlib û Hemayê zêde kirin.

(kn)