Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên QSD`ê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê oxir kirin.

Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Hesekê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
23 sibat, 2019   13:21

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên QSD`ê Yûsif Kurdî (Hogir Rojava), Rênas Elî (Rênas Hesekê) û Lûayî Kirêş ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê oxir kirin.

Şêniyan cenazeyên her sê şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristanê ve ketin rê. Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha şervanên YPJ/YPG`ê toraneke leşkerî li dar xist.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got şehîdan ji bo rizgarkirina gelê herêmê ji zilm û zora terorîstan canê xwe feda kir.

Ji fermandarên QSD`ê Serhildan Rojava hemû şehîdên azadiyê yên Bakurê Sûriyê bi bîr anîn û got şehîd nûnertiya rast a biratiyê dikin.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên her sê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA