3 zarokên êzidî ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin

Di nava koma sivîlan de ku îro gihîşt kampa Holê, 3 zarokên êzidî yên ku di 2014`an de li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin jî hene. Rêveberên kampê zarok radestî Mala Êzidiyan kirin.

3 zarokên êzidî ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
3 zarokên êzidî ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
3 zarokên êzidî ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
3 zarokên êzidî ji lepên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
23 sibat, 2019   13:05

HESEKÊ

Vê sibehê 3`ê zarokên êzidî yên ku di sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve ji Şengalê hatibûn revandin, gihîştin kampa Holê. Her sê zarokên êzidî, bi koma dawîn a ku gihîştin kampa Holê re bûn.

Nûçegihanê me ku rewşa kampa Holê dişopîne, diyar kir ku 3 zarokên bi navên Samir Xidir (11), Zinar Eto (9) û dayika wî Coniyê û zaroka bi navê Hediye Mihsin (10) navê dayika wê Sûad, ji Şengalê ne.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku rewşa Samir Xidir û Hediye Mihsin baş e, lê ya Zinar ji ber êşa rê ku her tim hewl dida ji lepên çeteyên DAIŞ`ê birevin, ne baş e û niha li Nexweşxaneya Hikmê ya Hesekê tê dermankirin.

Der barê mijarê de nûnerên Mala Êzidiyan gihaştin kampê da ku her sê zarokan wergirin. Berpirsê karûbarên êzidiyan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmûd Memî diyar kir ku dê her sê zarokan bibin Mala Êzidiyan û wiha got: “Em ê wan xwedî bikin heta ku em wan radestî malbatên wan ên li Şengalê bikin.”

Endamê rêveberiya kampa Holê Nebîl Hesen jî got dema ku her sê zarokan bi kurdî axivî, wan ew nas kirin û agahî dan Mala Êzidiyan da ku zarokan radestî wan bikin.

(jo/bm)

ANHA