Shanahan: Pentagon xebatên aktîfkirina hevalbendan dike

Wezîrê Parastinê yê demkî yê Amerîkayê Patrick Shanahan got Pentagon dixwaze li herêmên rizgarkirî yên Sûriyê ewlehiyê peyda bike û xebatên hevalbendên xwe aktîf bike.

Shanahan: Pentagon xebatên aktîfkirina hevalbendan dike
23 sibat, 2019   10:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wezîrê parastinê yê demkî yê Amerîkayê Patrick Shanahan di dema hevdîtina bi wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar de wiha got: “Li Sûriyê erka leşkerî ya ji bo têkbirina DAIŞ’ê nehatiye guhertin. Pentagon dixebite da ku li herêmên rizgarkirî yên Sûriyê ewlehiyê peyda bike û rola hevalbendan aktîf bike.”

Her wiha dema ku Hulusî Akar li Washingtonê bû û bi Shanahan re hevdîtin çêdikir, Washingtonê ragihand ku ew ê 400 leşkerên xwe li Sûriyê bihêlin û ew leşker dê bibin parçeyek ji Hêzên Parastina Aştiyê li Sûriyê.

Her wiha malperê diyar kir  ku Hulusî Akar di hevdîtinê de bersiva pirsa pergala parastina hewayî ya S-400’an a girêdayî Rûsyayê neda.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên Amerîkayê digot dê di dawiya Nîsanê de artêşa xwe bi temamî ji Sûriyê derxin.

(bx/bm)