Rojevên çapemeniya erebî yên îro

Biryara mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyê, rewşa li Yemen û Iraqê, xwepêşandanên Sûdanê û gelek mijarên din di rojeva rojnameyên erebî de bûn.

Rojevên çapemeniya erebî yên îro
23 sibat, 2019   08:47

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Biryara Amerîkayê ji bo Tirkiye, Rûsya û El-Esed nameyek bû

Rojnameya El-Ereb der barê biryara nû ya Amerîkayê ya hiştina hêzên xwe li Sûriyê de wiha nivîsî: "Di encama fişarên li ser serokê Amerîkayê Trump de têkildarî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Amerîka dê bi hêzeke sembolîk be jî mayina xwe li herêmên rojhilatê Firatê dewam bike. Ev biryar di hundirê xwe de ji bo Rûsya, Tirkiye û Îranê û rejîmê Sûriyê jî gelek nameyan hildigire."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Xuya ye Washingtonê ji Tirkiyê re gotiye ku Kurd dê ji bo ewlehiya wê ne metirsî bin. Dibe ku helwesta Tirkiyê yek ji sedemên sereke yên guhertina biryara Amerîkayê be, bêguman vekişîna demdirêj dê li pêşiya destwerdana Tirkiyê bigire. Her wiha dê planên Îranê jî asteng bike, ji ber ku Îranê û hevalbendên wê yên li Iraqê xwe amade dikir ku bi hinceta şerê DAIŞ`ê bikevin herêmên di bin desthilatdariya Kurdan de, bi taybet jî herêmên petrolê."

El-Şerq El-Ewset: Iraq li ser sînorên Sûriyê xwe bi hêz dike

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê vegera koçberên Iraqê yên li Sûriyê de wiha nivîsî: "Fermadariya artêşa Iraqê diyar kir ku koçberên Iraqê yên li Sûriyê di bin çavdêriya wan de vedigerin, komîteya ewlehiyê ya parêzgeha El-Enbarê diyar kir ku agahiyên der barê vegera 20 hezar iraqiyan de heta niha ne agahiyên rasteqîn in. Fermandariya artêşê bi daxuyaniyekê diyar ku ew "rewşa herêma sînorên bi Sûriyê re dişopînin".

Yemen

Di mijara Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Li herêmên cuda yê Hudeydayê pevçûnên dijwar di navbera Hûsî û hêzên hikumeta Yemenê de rû dan."

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Li gorî çavdêrên siyasî diyar e ku ev êrîşên Hûsiyan hewldaneke nû ye ku xwe ji pêkanîna hin sozên ku dabûn, bide alî. Hûsiyan bi devkî soz dabû ku hêzên xwe ji benderên El-Silêf û Ras Îsa vekişînin."

Sûdan

El-Şerq El-Ewset der barê aloziya li Sûdanê de wiha nivîsand: "Sûdan duh kete pêvajoyeke nû ya Aloziyê, serokê welêt Umer El-Beşîr ji bo salekê rewşa awarte ragihand."

Rojnameyê wiha dewam kir: "El-Beşîr her wiha hikumeta navendî û yên herêman jî betal kirin û hikumeta rêvebirina kar ava kir. El-Beşîr ji parlemanê xwest guhertinên destûrê yên dihate payîn rê bidin wî ku bikeve hilbijratinên 2020`an, rawestîne".

Iraq

Der barê mijara avakirina hikumeta Iraqê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Piştî ku navên nû yên ji bo Wezareta Karên Hundirîn hatin destnîşankirin, hevbendiya "Saîrûn" got ku mijara avakirina hikumetê dê destpêka meha bê bê çareserkirin."

Rojnameyê got lîderên El-Fetih û Saîrûn destpêka mehê li Bexdayê civiyan, ji koma Saîrûn Mihemed El-Xezî got di encama civînê bi El-Fetih re hin biryar hatin dayîn û diyar kir ku dibe destpêka meha bê avakirina hikumetê bi dawî bibe.

Cezayir

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Desthilatdariya Cezayirê behsa meşên girseyî yên li dijî Bûtiflîqa nekirin, tenê şeva beriya xwepêşandanan ragihand ku Bûtiflîqa ji bo tenduristiyê dê roja Yekşemê biçe Swîsreyê."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Tê gotin ku Bûtiflîqa roja pêncşemê veguheztine Cinêvê ne wekî ku tê gotin dê roja yekşemê bê veguhestin. Her wiha dibe ku vê carê mayîna wî dirêj bike, bi taybet piştî xwepêşandanên mezin ên li dijî wêne ku Bûtiflîqa cara 5`mîn bibe hilbijêre serokatiyê."

Îran

El-Heyat nivîsî: "Îranê li tengava Hurmizê rahênanên leşkerî pêk anîn, koma karên fînansekirinê FATF`ê jî ji bo guhertina zagonên der barê fînansekirina terorê de. Ta dawiya hema Hezîranê muhlet da Îranê."

Rojnameyê her wiha nivîsî: "FATF`ê ji bo Îranê ta meha Hezîranê muhlet da ku zagonên xwe yên der barê fînansekirina terorê de biguhere, yan dê bê cezakirin."

Venezuela

Di mijara Venezuelayê de rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Hewldana lîderê opozîsyona Venezuelayê Juan Guaido ku bi rêya Kolombiyayê alîkariyên Amerîkayê derbasî welêt bike, dê bide sedema pevçûnan, piştî ku di rewşeke mîna wê de du kes li başûrê rojhilatê welêt di pevçûnên bi artêşê re hatin kuştin.”

Rojnameyê wiha nivîsî: "Ketina alîkariyên Amerîkayê ji bo Venezuelayê dê bibe sedema pevçûnan, her wiha dê Amerîka vê tiştê bike sedema destwerdana leşkerî."

(kn)