‘Hêzên me soza xwe ji şehîdan re bi cih anî û em ê Efrînê jî ji dagirkeriyê rizgar bikin’

Bi nêzîkbûna têkçûna çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şêniyên navçeya Dirbêsiyê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Hêzên me soza xwe ji şehîdan re bi cih anî û em ê Efrînê jî ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.”

‘Hêzên me soza xwe ji şehîdan re bi cih anî û em ê Efrînê jî ji dagirkeriyê rizgar bikin’
23 sibat, 2019   07:13

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, Hzên Sûriya Demokratîk (QSD) çete têk birin û çeteyên mayî li gundê Baxozê yê rojhilatê bajarokê Hecînê yê Dêrazorê dorpêç kirin.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Dirbêsiyê yên ku serkeftinên dawîn ên li dijî çeteyan dişopînin, ji ajansa me ANHA`yê re wiha got: “Bi saya QSD`ê em li herêmên xwe di nava  ewlehî de dijîn.”

Şêniyê bi navê Silêman Hiso yê ji navçeyê wiha got: "Ez vê serkeftinê li hemû şervanên ku canê xwe ji bo xaka xwe feda kirine, pîroz dikim.”

Hiso îşaret pê kir ku serkeftin bê berdêl ne pêkan e û QSD`ê îsbat kir ku tekane hêz e ku bikare li dijî terora cîhanî bisekine.

Şêniyê bi navê Xelîl Qado jî axivî û spasiya şervanan kir û wiha axivî: "Hêzên me soza têkbirina terorê ku daye şehîdan, bi cih tînin. Divê Erdogan bizane ku çeteyên ku piştevaniya wan dikir, têkçûn û planên wan li herêmên me pûç bûn.”

Qado hêviya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê kir û wiha pê de çû: "Ez û zarokên xwe amade ne bi hêzên xwe re berê xwe bidin Efrînê da ku şerê dagirkeriyê bikin û wan ji xaka xwe derxin."

Şêniyê bi navê Hisên Mihemed jî wiha got: "Piştî  min bihîst ku Dêrazor di zûtirîn demê de, dê li ser destên QSD`ê ku hemû cîhan qala vîn û berxwedana wan dike, bi temamî ji çeteyan were rizgarkirin, kêfxweşiya min nedihat wesifandan.”

Mihemed anî ziman ku piştî şoreşa Sûriyê DAIŞ`ê piraniya herêmên Sûriyê serwer kiribûn û tu hêzan nikaribû wan derxin, lê QSD`ê îsbat kir ku ew hêza aktîf in û dikaribûn çeteyan têk bibin.

(ekîb)

ANHA