Jineke DAIŞ’î: Nahêlin çeteyên biyanî ji Baxozê derkevin

Jina DAIŞ‘î ya bi navê Carana ku hemwelatiya Kazaxistanê ye, ji beriya 5 salan ve tev li DAIŞ‘ê bûye. Carana diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku di Baxozê de asê mane, çeteyên biyanî dorpêç kirine û nahêlin derkevin.

Jineke DAIŞ’î: Nahêlin çeteyên biyanî ji Baxozê derkevin
Jineke DAIŞ’î: Nahêlin çeteyên biyanî ji Baxozê derkevin
Jineke DAIŞ’î: Nahêlin çeteyên biyanî ji Baxozê derkevin
Jineke DAIŞ’î: Nahêlin çeteyên biyanî ji Baxozê derkevin
Jineke DAIŞ’î: Nahêlin çeteyên biyanî ji Baxozê derkevin
23 sibat, 2019   07:36

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’yê yên biyanî xwe spart hêzên QSD’ê, QSD’ê jî ji wan re korîdorên mirovî vekirin û ew gihandin kampa Holê. Gelek malbat dibêjin ku ew poşman in ku tev li DAIŞ‘ê bûne.

Jina ji Kazaxistanê ya bi navê Canara beriya 5 salan tev li DAIŞ‘ê bûye. Carana ji ajansa me re qala tevlêbûna xwe ya nav DAIŞ’ê kir.

Canara 26 salî ye û dayika 5 zarokan e. Carana wiha got: "Min bi rêya înternetê DAIŞ nas kir, ji ber wê min biryar da tev li wan bibin. Ez çûm Tirkiyê û di sînorê wê re derbasî Helebê bûm û paşê jî derbasî Reqayê bûm. Dewletê (DAIŞ) ez bi endamekî DAIŞ’ê yê kazaxîstanî re zewicandim, 3 zarokên me çêbûn, paşê hevjînê min di şerê li dijî QSD’ê de hat kuştin."

Canara piştre dibin Şedadê û bi çeteyekî din re dizewicînin û 2 zarokên wê çêdibin. Piştre diçe bajarê Til Eferê yê Iraqê. Dema ku pêngava rizgarkirina Til Eferê dest pê dike û DAIŞ li wir tê dorpêçkirin, berê xwe dide  gundê Baxozê yê Dêrazorê.

Nahêlin çeteyên biyanî derkevin

Canara diyar kir ku wê gelek caran hewl da ji çeteyên DAIŞ‘ê veqete lê nedikarî û wiha got: "Çeteyan li ser me bazirganî dikir, bi navê nîkaha cîhadê em didan zewicandin."

Canara, destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku di Baxozê de asê mane, derdora çeteyên biyanî dorpêç dikir, ji bo ku wan bifiroşin dewletên din an jî wan bikujin.

Carana di dawiya axaftina xwe de got ku ew hêvî dike vegere welatê xwe Kazaxistanê.

(bm)

ANHA