Têkoşer Osman Dadelî li Avusturyayê hate bi bîranîn

Kurdên li Avusturyayê, têkoşer Osman Dadelî di salvegera 11‘emîn a şehadeta wî de bi bîr anîn.

Têkoşer Osman Dadelî li Avusturyayê hate bi bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li Avusturyayê hate bi bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li Avusturyayê hate bi bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li Avusturyayê hate bi bîranîn
22 sibat, 2019   19:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexa Avusturyayê, Viyanayê damezrînerê PYD‘ê Osman Dadelî di salvegera şehadeta wî ya 11‘emîn de ji aliyê Rêxistina PYD‘ê ya Viyanayê hate lidarxistin.

Bi dehan Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Cihê merasîmê bi wêneyên şehîd Osman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamanter Leyla Guven hatibû xemilandin.

Merasîm, bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê Hevserokê Rêxistina PYD‘ê ya Avusturyayê Umer Enterat axivî û têkoşer Osman Dadelî bi bîr anî.

Umer kurtejiyana Osman Dadelî û rola ya xizmeta doza Kurdî destnîşan kir û diyar kir ku mamoste Osman tevlî hemû zextên rêjîmê têkoşîna xwe dewam kir û di 18‘ê Sibata 2008‘an de di girtîgehên rêjîma Sûriyê di bin êşkenceyê de şehîd bû.

Enterat di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya têkoşeran da.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi dawî bû.

ANHA